Li Helebê şer û pevçûnên dijwar
Li Helebê şer û pevçûnên dijwar
Li Helebê şer û pevçûnên dijwar
Şer û pevçûnên li Helebê ku di navber hêzên rêjîmê û komên çekdar ên opezisyonê de diqewimin bi hemû dijwariya xwe dewam dikin. Li aliyê din hate gotin ku hejmara qurbaniyên bombebarana duh a li dijî taxa Mesakin Henano derkete 44'an.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin hejmara qurbaniyên bombebarana balafirên rêjîmê ya li dijî taxa Mesakin Henano ku duh li nêzî çerxerêya Heyderiyê pêk hatibû derkete 44'an. Hate gotin ku di nava qurbaniyan 6 zarok û 2 kesên ku bi armanca rizgarkirina welatiyan hatibûn herêmê hene. Çavkaniyan tenduristî diyar kirin, dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe.
Li aliyê din li taxa Benî Zeyd şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdarên ên opozisyonê dewam dikin. Hate gotin ku hêzên rêjîmê ber bi taxê de pêş dikevin û di heman demê de Meclîsa Leşkerî ya Helebê ji komên çekdar ên di taxê de alîkarî xwest da ku rê li pêşketinên hêzên rêjîmê bigirin. Hate hînbûn ku şer û pevçûn li taxên Îdaa, Eşrefiyê, Raşidiyên û Ramûsê bi dijwarî rûdan. Hate ragşhandin ku di şer û pevçûn de kuştî û birîndarên herdu aliyan çêbûne. Li taxa Bustan Başa duh di saetên êvarê de şer qewimîn û di encamê de 2 çekdarên opozisyonê hatin kuştin.
Çekdarên opozîsyonê taxa Meydan a di bin kontrola rejîmê de topbaran kirin. Der barê encamê de tu agahî ne hatin bidestxistin. Çavkaniyan destnîşan kir ku li derdora girtîgeha Miselemiyê ya Helebê jî di navbera hêzên Rêjîmê û komên çekdar şer derketin. Hate gotin ku çekdarên opozisyon piştî ku hêzên rêjîmê 7 girtî serbest berdan rê da ku Heyva Sor a Sûriyê erzaqan derbasî girtîgehê bikin.
Hate hînbûn ku çekdarên opozisyonê bajarokên Nubil û Zehrai ku şêniyên wê Şîane topbaran kirin. Hate gotin ku ji ber topbaranê ziyanên madî çêbû ye. Li gundên rojhilatê Helebê jî şer û pevçûnên dewam dikin. Li bajarokê Neqarîn şer û pevçûnên dijwar derketin. Der barê encamên şer û pevçûnên li herêmê tu agahiyên zelal ne hatine bidestxistin.