Li Hasdalê leşkerê kurd rastî êrîşa nîjadperest hat

Li Hasdalê leşkerê kurd rastî êrîşa nîjadperest hat

Leşkerê kurd  Hasan Uca li Kişlaya Hasdal leşkerî dikir, rastî êrîşa du leşkerên nîjadperest hat. Uca ku çar roja di beşa lêngerîna lezgîn de hat girtin dê 10 rojên din jî di nexweşxaneyê de bimîne. Malbata Uca dê der barê du leşker û fermandarê bolukê Murat Ozen de serlêdana sûc bike.

Êrîşên nîjadperest yên li dijî leşkerên kurd kurd her diçe zêde dibe. Vê carê leşkerê ji Şirnexê Hasan Uca 5 roj berê rastî êrîşa du leşkeran hat.

Uca li Şaxa ÎHD’ê civîna çapemeniyê lidarxist û  birayê Uca, Halîl Uca, tiştên birayên wî jiyaye vegot. Uca da zanîn ku birayê wî du hem berê bûye şahidê ku 3 leşkerên kurd ji aliyê 6 leşkerên din ve rastî lêdanê hatiye.

Uca ev bûyer ji fermandarê bolukê re Murat Ozen re vegot û  piştî vê zextên li ser wî zêde bûn. Uca ji aliyê leşkerên din ve hat tecrîd kirin û her tim dan nobetê û heqeret lê kirin. 5 roj berê ji leşkerên bi navê Şerafettîn Dozmez û Firat Ore re dibêje dê derbarê fermandarê taburê de gilî bike. Li ser vê her du leşkeran tuxleya li erdê rakirin û li Uca xistin.

4  ROJAN DI BEŞA LÊNGERÎNA LEZGÎN DE MA

Uca ji serê xwe giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Leşkerî ya Gumuşsuyu. Piştre rakirin Haydarpaşa GATA’yê.   Hat amelyatkirin û hêj dê 10 rojên din jî bimîne. Birayê Uca, Halîl Uca da zanîn ku 11 saet şûnde agahiyê dane wan.

BILA CIWANÊN KURD NEÇIN LEŞKERIYÊ

Uca wiha got: “Birayê min ji ber kurd bû rastî êrîşê hat. Ez jî rastî êrîşên wisa hatim. Niha jî birayê min.  Min birayê xwe sax salîm anî yekineyê. Niha du birayê min yên din jî hene. Ez wan dê neşînim. Ez bang li ciwanên kurd dikim bila neçin leşkeriyê. Komkujî û êrîşên li hemberî kurdan didomin. Ma pêvajoyek wisa ya çareseriyê dibe.” Uca der barê du leşker û fermandarê bokukê de serlêdana sûc kir û got dê li pey vê dozê be.

Di civîna çapemeniyê ya ÎHD’ê de Alî Gok jî axivî û got di van êrîşên bi vî rengî de zêdebûnek  heye û got li artêşê du ciwan ji ber ku kurdî axivîne rastî êrîşê hatine û got : “Îro du karkerên kurd rastî êrîşê hatin. Rewşa yekî girane. Niha jî leşkerekî kurd rastî êrîşê hat. Em ji ber geşedanan bi fikarin. Emê li vê dozê deligel malbatan bin.”