Li gundên Xîzanê 2 kes hatin girtin
Operasyona li gelek gundên girêdayî Xîzanê hatiye destpêkirin didome. 2 gundiyên ku di serdegirtinan de hatibûn destgîrkirin, hatin girtin.
Operasyona li gelek gundên girêdayî Xîzanê hatiye destpêkirin didome. 2 gundiyên ku di serdegirtinan de hatibûn destgîrkirin, hatin girtin.
Di 2’yê Tîrmehê de li gundên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran û Mezra Pisyan ên girêdayî Xîzan a Bedlîsê qedexeya derketina kolanan hatibû ragihandin û piştre jî operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Qedexeya li herêmê di 6’ê Tîrmehê de hatibû rakirin lê operasyona li herêmê û binpêkirinên li dijî şêniyên herêmê didomin.
Di 10’ê Tebaxê di saetên serê sibehê de leşkeran bi ser gundê Xûlepûrê de girtibûn û 2 welatî destgîr kiribûn. Di lêgerînan de leşkeran dest danîbûn ser materyalên dijîtal ên li malê. Ahmet Aktay û Abdul Alîm Aktay bi îdiaya “Alîkarîdayîna rêxistinê” hatibûn destgîrkirin. Piştî îfadeyên li midûriyeta emniyetê, sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê jî sewqî dadgehê hatin kirin û dadgehê bi heman îdiayê biryara girtinê da. Welatî şandin Girtîgeha Bedlîsê.