Wezîrê Dadê Sadûllah Ergîn, îdîakir kir ku di girtîgehan de navê 32 girtiyan di UYAP'ê de wekî rojnameger tê xuyakirin û bilêv kir ku, ji van tenê 2 girtî ji sûcên 'propagandaya rêxistinê kirine' ku dikeve nava sûcên bi riyên çapemeniyê hatiye kirini, heye.
Wezîrê Dadê Sadûllah Ergîn pirsnameya derbarê rojnamegerên girtî ya ji aliyê Parlementerê CHP'a Hatayê Hasan Akgol hatibû dayîn bersivand. Ergîn di bersiva xwe de 100 rojnameger û 35 belavkarên rojnameyan nedît û îdîa kir ku, di girtîgehan de tenê wekî 32 girtiyên ku xwe wekî rojnameger bi nav dike, hene. Di bersiva ku ji malpêra wezaretê hate dayîn de wiha tê îdîakirin: " Di mijara rojnamegerên girtî û hikumxwarî de gotina 'di girtîgehan de 70 rojnameger hene' ne raste. Hewceye sûcên ku kirine di çarçoveya karên rojnamegeriyê ye yan na were nirxandin. Ji ber girtina kesên ji bilî sûcên çapemeniyê hatibin girtin û hikum xwaribin mirov nikare van tiştan wekî binpêkirina mafê azadiya çapemeniyê bi nav bike."
'HEJMARÊN CPJ JÎ NABÎNIN'
Ergîn ji bo angaştên xwe rapora Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ya 8'ê Kanûnê 2011'an kir bingeh û lê operasyona li hemberî saziyên çapemeniya Kurd ku 12 roj piştî raporê pêk hat nedît û wiha got: "Di raporê de tê gotin ku 8 rojnameger ji bo karên rojnamegeriyê hatiye girtin." Balkêş bû ku Ergînê ku rapora CPJ'ê ji xwe re kir bingeh daxuyaniya CPJ ya derbarê Serokwezîr Erdogan ku gotibû, "Bila serokwezîr bi agahiyên me pesnê xwe nede, ji bo rojnamegerên girtî azad bibe hewl bide" jî ji nedîtî hat.
'KESÊN NEBÊJE EZ ROJNAMEGERIM, NE ROJNAMEGERE'
Ergîn da zanîn ku dema kesên tên girtin qeyda wan tê girtin û tijekirina cihê pîşeyê ya di formê ne mecbûrî ye, lê carekî din ev hejmaran li ÛYAP'ê ji bo angaştên xwe wekî mînak da û got: " Di sîstemê de ji bo kesên qeyda wan hatiye çêkirin îstatîstekî rêkûpêk tune ye. Lê li gorî tespîtên ku me di 6'ê Nîsanê 2012'an me bi dest xist evin; 20 kes ji ber sûcê 'Endamê rêxistinekî çekdare', 2 kes 'propagandaya rêxistinê kirine' 3 kes ji sûcê yagma-talanê, 2 kes ji sûcê ji bo pergala makeqanûnî bi zorê xwestiye ji holê rake, 2 kes ji sûcê tahrîpkirina belgeyên derbarî ewlehiya dewletê, derveyî armancê bikar aniye û bi hîleyan diziye, 1 kes beşekî axa di bin desthilatdariya dewletê xwestiye veqetîne, 1 kes rêxistinekî çekdarî ya derzagonî ava kiriye an jî rê ve biriye û 1 kes jî ji sûcê teşebûsa hukumeta Komara Tirkiye ji holê rake û nehêle karê xwe bike."
ROJNAMEGER 'ENDAMÊN RÊXISTINÊ NE' !
Ergîn îdîayên xwe wiha domand : "Di nava van kesên ku derbarê wan de doz hatiye vekirin û ceza hatiye dayîn de tenê 2 kes ji sûc 'propagandaya rêxistinê kirine' ku dikeve çarçoveya sûcên bi riya çapemeniyê hatiye kirin. Yê din hemû ji endamtiya rêxistinê, talankirin û hwd. hatine girtin."