Li gorî TUÎK’ê ya ku rast nabêje, rêjeya bêkariyê bûye ji sedî 9,6

Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) ya ku ji ber têkiliyên wê yên bi desthilatdariyê re kes zêde pê bawer nabe, di meha Hezîranê de rêjeya bêkariyê bûye ji sedî 9,6.

Li torî TUÎK’ê ya ku kes zêde jê bawer nake, di meha Gulanê de rêjeya bêkariyê ji sedî 9,5 bû û ev rêje bûye ji sedî 9,6.

Di nav kesên ku temenê wan ji 15 salî mezintir e, li gorî meha Gulanê hejmara bêkaran 2 hezar zêde bûye û hejmara bêkaran bûye 3 milyon û 337 hezar.

Li gorî TUÎK’ê rêjeya mêrên bêkar ji sedî 7,8 e ya jinan jî ji sedî 13,2 ye.

TUÎK RÊJEYA RASTÎN A BÊKARIYÊ VEDIŞÊRE

Li gorî texmînan rêjeya rastîn gelekî zêdetir e. Li gorî DÎSK-AR’ê di meha Gulanê de hejmara bêkaran 8 milyon û 567 hezar e. DÎSK-AR'ê diyar kiribû di nav bêkariya fermî de ji sedî 90 heqê bêkariyê nastînin.