Ebdulah Kerîm Mehmûd di 9’emîn salvegera qirkirina Êzidiyan de hevpeyvînek da ANF’yê. Di hevpeyvînê de behsa berdewambûna qirkirina li ser gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê kir û diyar kir ku ev qirkirin ji hêla dagirkeran ve li gorî planeke demdirêj tê birêvebirin. Mehmûd destnîşan kir ku gelê Êzidî jî di çarçoveya vê planê de tê qirkirin û desthilatdariya başûr li hember qirkirina li dijî gelê Kurd xemsar e û her wiha girîngiya sûdwergirtina ji ezmûna rêveberiya xweser a rojavayê Kurdistanê ya ji bo gelên Iraqê anî ziman.
'VEKIŞÎNA PÊŞMERGEYAN RÊ LI BER QIRKIRINA ÊZIDIYAN VEKIR'
Der heqê xemsariya desthiladariya başûrê Kurdistanê de ya li hember parastina gelê xwe li hember qirkirin û gefên dagirkeran, Ebdulah Kerîm wiha got, “Qirkirinên li ser gelê Kurd vedigerin piştî Peymana Lozanê ku sed sal e gelê Kurd bi planeke demdirêj tê qirkirin. Ya ku hêja ye mirov li ser bifikire, ew e ku em dibînin qirkirina Êzidiyan trajediyeke gelekî mezin e. Mixabin ku hikûmeta başûrê Kurdistanê xwe wek parêzvanê niştiman nizane, nekariye sînorên başûrê Kurdistanê biparêze. Çawa ku hêzên başûrê Kurdistanê li hember çeteyên DAÎŞ'ê vekişiyan, rê ji bo çeteyên DAÎŞ'ê vebû ku li Şengalê qirkirinekê pêk bînin.”
'LI GORÎ PLANEKE DEMDIRÊJ HEWL DIDIN GELÊ KURD QIR BIKIN'
Di gel vê çendê, Ebdulah Kerîm Mehmûd der barê hewlên berdewam ên zihniyeta faşîst ên ji bo tunekirina gelê Kurd de wiha got, “Jin û zarokên Êzidî bi awayekî hatin qirkirin ku di serdema berî Îslamê de jî qirkirineke bi wê hovîtiyê rûnedaye. Ev qirkirin plana zihniyeta Ataturk û Erdoganê vê serdemê ye. Dewleta Tirk çawa ku li Sevr û Lozanê niştimanê gelê Kurd tune hesibandin, niha jî li gorî bernameyekê hewl didin ku gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê qir bikin û civaka Kurd ji hêla siyasî, aborî, civakî û derûnî ve têk bibin. Çi heyf ku desthilatdariya Kurdî tevî wê hemû medyaya xwe ne di asta wan bûyeran de bû.”
'ÇÊNABE KU XEMSARIYA DESTHILATDARIYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YA LI HEMBERÎ QIRKIRINA ÊZIDIYAN BÊ JIBÎRKIRIN'
Her wiha Ebdulah Kerîm behsa metirsiya qirkirina Êzidiyan kir û der barê Enfal û qirkirina Êzidiyan de wiha got, “Qirkirina Êzidiyan ji êrişa navno Enfalê cudatir e. Çinku di serdema Enfalê de hêzên Pêşmerge di sengerên şer de bûn li hember Iraq û Îranê. Lê belê di wexta qirkirina Êzidiyan de gelê Kurd xwedî parlemento û hêza Pêşmerge bû ji bo parastina sînoran. Tevî vê yekê jî, bajarokekî mezin ê wekî Şengalê bi hemû gundên xwe ve tê de qirkirin hate kirin. Çênabe ku ev qirkirin wisa bi rehetî bê jibîrkirin.”
'BI PLANA ERDOGAN Û HÊZÊN MEZIN ÊZIDÎ HATIN QIRKIRIN'
Nivîskar Ebdulah Kerîm eşkere kir ku bi bernameya hevbeş a Erdogan û DAÎŞ'ê planeke navneteweyî tevî hêzên mezin erdnîgariya gelê Êzidî hate qirkirin û wisa berdewamî da axaftinên xwe, “Erdogan û DAÎŞ'ê tevî hêzên mezin planeke wan a mezin hebû ku di vê erdnîgariyê de qirkirinekê pêk bînin. Gelo plana me Kurdan piştî qirkirina Êzidiyan çi ye, gelo çêdibe ku Êzidî wisa di nav trajediyaya qirkirinê de di kampan de bin? Yan jî divê em bi plan rû bi rûyî vê qirkirinê bibin. Qirkirina Êzidiyan heta niha berdewam dike. Divê bernameyeke her du hikûmetên başûrê Kurdistanê û Iraqê li hember trajediyaya Êzidiyan hebe.”
'GIRÎNG E SÛD JI EZMÛNA XWERÊVEBERIYA DEMOKRATÎK BÊ WERGIRTIN'
Di dawiya axaftinên xwe de Ebdulah Kerîm der barê ezmûna xwerêveberiya demokratîk de û girîngiya sûdwergirtina ji wê ezmûnê ji bo hemû gelên Iraqê ev tişt anîn ziman: “Ezmûna rojavayê Kurdistanê ezmûneke gelekî serketî ye. Em dibînin ku rojavayê Kurdistanê bi fermandariya Mezlûm Ebdî, ku şagirtekî birêz Abdullah Ocalan e, karî ji hêla siyasî û leşkerî ve çeteyên DAÎŞ'ê û artêşa dewleta Tirk têk bibe. Niha ezmûneke gelekî serketî heye, perwerdeyeke exlaqî ya gelek xweşik li wir heye, dûr ji berjewendî û dûr ji wê perwerdeya nebaş ku li başûrê Kurdistanê heye. Girîng e ku em girîngiyê bidin ezmûna rojavayê Kurdistanê û sûdê jê wergirin."