Li girtîgehên Tîpa F, kabînên cam
Li girtîgehên Tîpa F, kabînên cam
Li girtîgehên Tîpa F, kabînên cam
Wezareta Dadê cihê hevdîtinên yên parêzeran a li 13 girtîgehên Tîpa F, ji bo bike kabînên cam amadekariyan dike. Pêkanîn ji girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Kiriklarê û Tîpa F ya Boluyê dest pê kir. Li Tîpa F ya Sîncan û Tîpa F ya Kandrayê înşaat didome.
Wezareta Dadê ji 13 girtîgehên Tîpa F re talîmat şand û diyar kir ku kabîneyên parêzer/girtiyan tên nûkirin. Ev pêkanîn mafê parastinê ji holê radike.
Li gorî vê her sê aliyê akbînê bi camê tê çêkirin. Di vê rewşê de hevdîtin ligel gardiyanê peywirdar her kes dikare temaşe bike.
LI KIRIKLAR Û BOLUYÊ DEST PÊ KIR
Pêkanîn li Tîpa F ya Hejmar 1 a Kiriklar û Tîpa F ya Boluyê ket jiyanê. Li Sîncan û Kandrayê jî înşat didome.
Parêzerê ÇHD’ê yê Îzmîrê Dînçer Yalim diyar kir ku pêkanîn tê wateya binpêkirina mahremiyeta muvekîl û parêzer. Yalim got mafê parastinê ji holê radibe.
TALÎMAT NEDAN
Yalim diyar kir ku der barê mijarê de îdareya girtîgehê re hevdîtin kirine û gotin wan bi talîma wezaretê ev çêkirine. Yalim got wan talîmata wezaretê xwestine lê gotin nekarin bidin.
Yalim da zanîn ku tê gotin ku dê li kabînên hevdîtinê kamareyan danîn û got der barê vê mijarê de agahiyek zelal negirtine.
Yalim da zanîn ku dê derbarê mijarê de li dozgeriyê serlêdana sûc bikin.
GIRTIYÊ ÎTÎRAZ DIKE RASTÎ ÎŞKENCÊ TÊ
Girtiyê bi navê Erkîn Kocaman ku îtîrazê pêkanîna li girtîgeha Tîpa Fe ya Hejmar 1 a Kiriklarê kir, di 16’ê îlonê li ber çavê parêzeran rastî êrîşa gardiyanan hat.