Li girtîgeha Zahîdanê girtiyek hat bi darvekirin
Li girtîgeha Zahîdanê girtiyek hat bi darvekirin
Li girtîgeha Zahîdanê girtiyek hat bi darvekirin
Rejîma Îranê li girtîgeha Zahîdanê girtiyek bi darve kir. Her wiha girtiyekî din jî ji bo darvekirinê duh şand hucreya yek kesî.
Li gorî Çalakvanên Mafên Mirovan û Demokrasiyê yên Îranê di 20’ê Kanûnê de girtiyê bi navê Mucteba Teymûrî ku ji ber mehkûmetiyeta bi cezayê darvekirinê nêzî 6 salan di girtîgehê de ma, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li girtigeha Zahîdanê hatiye bi darvekirin.
Ji aliyê din ve duh jî girtiyê bi navê Mûrad Qulî Keyanî(55) yê ku cezayê bi darvekirinê girtî, ji bo were darvekirin li hucreya yek kesî hat bicihkirin. Hat ragihandin ku Mûradî nêzî 8 sal in di girtigehê deye.
Di nava van mehên dawiyê de 20 jê Kurd heta niha 89 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine bidarvekirin.