Li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger
Li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê, li dijî kiryarên kêfî û binpêkirina mafên mirovan ku bi rêk û pêk bûne, 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirin.
Li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê, li dijî kiryarên kêfî û binpêkirina mafên mirovan ku bi rêk û pêk bûne, 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirin.
Li gorî agahiyan, li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê, pênc girtî ji ber astengî û binpêkirina mafên wan ên hevdîtinê, tenduristiyê, pirtûk û nameyan, her wiha serjimartina li ser piyan, di 22'ê Kanûnê de dest bi greva birçîbûnê kirin.
Girtiyan bi rêya telefonê ji malbatên xwe re ragihandin ku grev bêdem-bêdorveger le.
Girtî Mahîr Kapan, Celîl Dagtekîn, Nevzat Akbûlak, Omer Ozkan û Ozgur Taş tevlî grevê bûn.
Malbatan diyar kirin ku êrîşên psîkolojîk li girtiyan têne kirin, her wiha şekir, xwê, mast û lîmon ku pêwîstiyên bingehîn e kêm têne dayin.