Li Girtîgeha Sîncanê pêkanînek sosret

Li Girtîgeha Sîncanê pêkanînek sosret

Girtîgeha Sîncanê rastiya hemû girtîgehên li Tirkiyeyê û pêkanînên di van girtîgehan de radixe ber çavan. Girtîgeha Sîncanê îcar niha jî dest avêt skandalek nû. Rêveberiya girtîgehê ku beriya niha pêlavên (sol) sandelet qebûl kiribû, niha jî bi hinceta dikeve kategoriya “şimikan” nahêlin bikeve girtîgehê. Rêveberî ji girtiyan re dibêjin, ger ku pêwîstiya girtî û hikûmxwariyan bi vana hebin, bila ji kantînê bikirin. Bi vê pêkanîna rêveberiya girtîgehê tê dîtin ku hikûmeta AKP’ê girtîgehan veguherandiye navendên bazirganiyê.

Midûriyeta Saziya Înfazê ya Giştî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa Hejmar 1 a Sîncanê, îmze avêt pêkanîneke din a sosret. Girtîgeha Sîncanê ku bi pêkanînên xwe yên dijmirovahiyê yên wekî xespa maf, tecrîd-tredman û cezayên keyfî rastiya girtîgehên Tirkiyeyê radixe ber çavan, vê carê jî pêlavên sandalet nagire hundir.

Îdareya girtîgehê berê tîşortên sipî ku wekî ‘atlet’ bi nav dikirin û nedigritin hundir niha jî pêlavên sandalet yên ku qebûl dikirin, bi hinceta ku di kategoriya ‘şimikan’ de ye qebûl nakin.

Rayedarên girtîgehê wiha gotibûn; Li gorî rêziknameya girtîhgehê amûrên ku li kantînê hebin, ji derve kirîna wan qedexe ye. Ji ber ku sandalet jî di heman kategoriyê de ye em nagirin hundir. Lê ger ku girtî bixwazin dikarin ji kantînê bistînin.” Ev yek jî rê li ber bertên ku girtîgeh bi hevkariya hikûmetê vedigerin bazirganî û qada rantê, vedike.

Xizmên girtiyan bertek nîşanê van pêkûtiyên girtîgeha Sîncanê dan û wiha gotin: “Ev şêlandineke. Bi van pêkanînên keyfî ev mirovanan tên mexdur kirin. îdareya Girtîgehê li gorî xwe dema xwe dilê wan bixwaze rêziknameyê diguherîne.”

Kesê bi navê S.A yê ku demek berê ji girtîgeha Sîncanê tahliye bû jî wiha got: “Beriya ku ez derkevim tiştek wisa tunebû. Di rêziknameyê de tiştek wisa tune. Îdare li gorî kêyfa xwe wisa dike.”