Li Girtîgeha Sîncanê banga xwedîlêderketina greva birçîbûnê
Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bang li raya giştî kirin ku bila xwedî li berxwedana greva birçîbûnê were derketin.
Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bang li raya giştî kirin ku bila xwedî li berxwedana greva birçîbûnê were derketin.
Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehan greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger hatibû destpêkirin. Çalakî bi koma 34’an di roja 168’an de didome.
Girtî bi rêya malbatên xwe banga xwedîlêderketina greva birçîbûnê dikin. Rojda Yildiz a di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de bi rêya malbata xwe xwest bila xwedî li greva birçîbûnê were derketin.
Yildiz ragihand “Wekî ku hûn dizanin li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê grevên birçîbûnê hê jî didome. Armanca vê grevê azadiya Rêber Apo ye. Pergala dagirker bi tecrîda li ser Îmraliyê re dixwaze me ji fikr û felsefeya Rêber Apo dûr bixîne. Lê em ê heta dawî xwedî li destkeftinan derkevin û çalakiya xwe bidomînin. Divê jin û ciwan xwedî li vê berxwedanê derkevin.”