Li girtîgeha Qerçek Cemîle Ezîzî jiyana xwe ji dest da
Komeleya Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku 10’ê Îlonê girtiya bi navê Cemîle Ezîzî li Girtîgeha Qerçek bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
Komeleya Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku 10’ê Îlonê girtiya bi navê Cemîle Ezîzî li Girtîgeha Qerçek bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
Komeleya Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku jineke bi navê Cemîle Ezîzî, ku bi sûcên darayî hatibû mehkûmkirin, di 10’ê Îlonê de li Girtîgeha Qerçekê bi guman jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî agahiyan, Cemîle Ezîzî demek dirêj bû ku bi nexweşiyek giran re rû bi rû bû û seranserê laşê wê werimî bû. Lê, rayedarên girtîgehê ji 10 rojan zêdetir bû nedihiştin ku ew were şandina nexweşxaneyê û dermankirina wê ya bi bandor nehat dayîn.
Li gor heman agahiyan, kefalet ji bo Cemîle Ezîzî hatiye dayîn û tê payîn ku di rojên pêş de cenazeyê wê were radestkirin. Malbat û hevalên wê, ji ber mirina wê rayedarên girtîgehê sûcdar kirin.