Li gelek navendan qirkirina Ermenî-Suryaniyan hat protestokirin
Qirkirina Ermenî û Suryaniyan li gelek navendên Ewropayê bi girseyî hat protestokirin.
Qirkirina Ermenî û Suryaniyan li gelek navendên Ewropayê bi girseyî hat protestokirin.
Qirkirina Ermenî û Suryaniyan li gelek navendên Ewropayê bi girseyî hat protestokirin.
DUÎSBURG
Li bajarê Duîsburg a Elmanyayê bi munasebeta 100. Salvegera qirkirina Ermenî û Suryaniyan bernameyek bibîranînê pêk hat.
Bernameya ku Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk (MCKD), NAV-DEM Duîsburg, DÎDF, AGÎF, ATÎK, Însiyatîfa Gel a Kurecîkê, Dêra Ermenî-Suryanî ya Oberhausen û Cemaata Ermenî ya Duîsburgê pêk anî, saet di 17.30’an de li ber Îstasyona Navendî ya Duîsburgê dest pê kir.
Bi sedan kes beşdarî bernamê bûn. Li ser navê NAV-DEM Duisburg Niyazî Oztaş axivî û got: “100 sal berê zîhniyeta Osmaniyan ya bû sedema êşên mezin, îro jî ji qirkirinê direve û êşan kûrtir dike. Divê demildest bi êşên ku bûn sedema wan, re bê rû hev.”
Papazê Dêra Asûrî jî axivî û got pirgirêka wan bi gelê Kurd re tine û got pirsgirêk ev e ku dewleta Tirk bi qirkirinê re nayê rû hev. Piştî axaftinan, bername bi dawî bû.
NURNBERG
Li bajarê Nurnberg a Elmanyayê jî Yekîtiya Hêza Demokratîk bernameyek pêk anî û ji gelek neteweyan kes beşdar bûn.
Meşa ji Lorenzkirche destpê kir ji navenda Nurnberg derbas bû û li Bauerngasse bi dawî bû. Li vir axaftinên Elmanî û Tirkî hatin kirin. Di axaftinan de komkujî hat şermezarkirin û got dewleta Elman jî hevkarê vê komkujiyê ye û wiha hate gotin: “Di 1915’an de qirkirinek mezin li ser Ermeniyan hat kirin. Dewleta Tirk li çavê hemû gelên cîhanê dinêre û qirkirina Ermeniyan înkar dike. Gelê Tirkiyeyê êşên gelê Ermenî ji dil parve dikin. Gelên Tirk, Kurd, Ermenî û yên din hemû birane. Ti komujî yekîtiya gelan nekare xera bike.”
Di çalakiyê de bê navber dirûşmên ‘Bijî piştevaniya navneteweyî’, ‘Bimire Qirkirina Ermeniyan’ hat berzkirin.
HAMBURG
Li Hamburgê jî ji aliyê cemaatên Ermenî û Suryanî ve meşek hat organîzekirin û meşê ji Îstayona Trînê ya Dammtor dest pê kir. Bi hezaran kes ji vir meşiyan seferatxaneya Tirkiyeyê û çeleng danîn ber seferatxaneyê, find pêxistin. Parlamenterên partiya Çep a Hamburgê Chrîstînane Schneîder û Martîn Dolzer axivîn û got divê qirkirin ji aliyê dewleta Tirk ve bê nasîn. Piştre girse ber bi Parlamentoya Eyaleta Hamburgê meşiya.
Parlamentera Parlamentoya Eyaleta Partiya Çep a Hamburgê Cansu Ozdemîr li ber parlamentoyê axivî û bang kir ku divê hem Tirkiye û hem jî Elmanya, sûcên xwe qebûl bikin.
GUTERSLOH
Li bajarê Gutersloh a Elmanyayê bi beşdarbûna 3 hezar kesî qirkirin di sala 100. de hat protestokirin.
Endamên AGÎF, Bîr-Kar, MCKD Bîelefeld, Platfoma Yekîtiya Hêza Demokratîk, CDU, SPD, Dîe Lînke beşar bûn.
Deqeyek rêz hat girtin û Rahîb Slemen Djallo axivî û got di dema Osmaniyan de gel bi planek mezin hatin qetilkirin û surgunkirin.
Şaredara Gutersloh Marî Unger jî ji bo kesên di 1915’an de jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest û got êşa wan êşa me ye.
Ji Platfoma Elewiyan a Dêrsimê Nevzat Şahîn jî got; ‘100 sal ne demek kurt e. Ser vê komkujiyê nekare bê girtin. Divê Tirkiye dilê xwe guhdar bike, çavên xwe veke.’
Her wiha papazê dêra Evanjelîk Walchack-Detert, Papaz Îsa Acar, Sîmon Demîr, Markus Aydin, Ischo Can, Danîel Gok axaftin kirin. Di çalakiyê de bê navber dirûşm hatin berzkirin.
ZURÎCH
Li Zurîch a Swîsreyê jî bi hezaran kes li Helvetîa Platz hatin cem hev. Di axaftinên hatin kirin de, hat diyarkirin ku bîrînên gelên Suryanî, Asurî, Keldanî, Aramî , Ermenî û Helen hêj tezene. Di axaftinên hatin kirin de hat gotin ku zarok û neviyên gelên rastî qirkirinê hatin travmayên mezin jiyane û got: “Bi taybet jî gelê Suryanî êşa ku jiyan di dilê xwe de veşartine, ji cîhanê re venegotine. Lê bi geşedanên li welatê me û cîhanê re Seyfo ketiye rojevê.
Di daxuyaniya AvEG-Kon de jî hat destnîşan kirin ku ji 1915’an heta qirkirina 1938’an a Dêrsimê, heta komkujiyên Çorum, Sêwas, Mereş, Gazî, Gezî û Roboskî gel li dijî zilman serî netewandiye.