Li gel destûra wezaretiyê 'mudur' hevdîtina bi Ocalan re asteng kir

Li gel destûra wezaretiyê 'mudur' hevdîtina bi Ocalan re asteng kir

Malbatên ku ji bo çûyîna Girava Îmraliyê hatine Fermandariya Jendermeyan a Gemlîkê, tevî destûra Wezareta Edaletê jî biraza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Dîlek Ocalan hat astengkirin. Malbatan diyar kirin ku destûra çûyîna wan nayê dayîn, lewma rewş protesto kirin. Mudurê Girtîgehê jî got, "Wezaretî destûrê bide jî ez nadim."

Xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Fatma Ocalan, biraza wî Dîlek Ocalan, wasiya Cûmalî Karsû yê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin Pervîn Odûncû, piştî ku bersivek erênî ji Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê ya ji bo serlêdana wan a çûyîna Îmraliyê hat, îro danê sibê çûn Fermandariya Jendermeyan a Gemlîkê. Ji bo kontrola nasnameyan were kirin, malbat derbasî Fermandariya Jendermeyan hat kirin.

Dûre jî, li gel destûra Wezareta Edaletê jî ji Dîlek Ocalan re hat gotin ku ew nikare biçe giravê û ew derxistin derve.

PEVÇÛNA AKP-CEMAETÊ YE?

Fatma Ocalan û Pervîn Odûncû jî derketin derve û diyar kirin ku eger destûra çûyînê ji Dîlek Ocalan re neyê dayîn, ewê jî bi armanca protestokirina rewşê neçin Îmraliyê.

Dîlek Ocalan li ber Fermandariya Jendermeyan got, "Em li benda agahiyek ji Wezareta Edaletê ne. Mudurê Girtîgehê got, 'Wezîrê Edaletê destûrê bide jî ezê te neşînim'. Em li Wezîrê Edaletê geriyan û li benda bersiva wî ne."

Malbat li ber Fermandariya Jendermeyan radiweste. Hat îdîakirin ku Mudurê Girtîgehê ji malbatan re gotiye, "Pirsgirêkên navxweyî yên li nava hikûmetê bandorê li me dikin. Li vê derê Wezîrê Edaletê ez im."

Balkêş e ku ev astengî li demeke rûdana pevçûna desthilatdariyê ya navbera AKP û Cemaeta Gulen rast hat. Fikar tê kirin ku ev alozî, hevdîtinên li Îmraliyê asteng bike.