Li Fransa û Elmanyayê bibîranîna 'Şehîdên Cotmehê'
Li Fransayê li bajarê Montpellîer, Normandîa û li Elmanyayê li bajarên Saarbrucken û Hannoverê, ji bo Şehîdên Cotmehê çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin.
Li Fransayê li bajarê Montpellîer, Normandîa û li Elmanyayê li bajarên Saarbrucken û Hannoverê, ji bo Şehîdên Cotmehê çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin.
Li Fransayê li Montpellîerê ji bo Şehîdên Cotmehê çalakiya bibîranînê û civîna gel hate lidarxistin.
Di civîna gel de, di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtanê) de rêz hate girtin û ev tişt hate diyarkirin, “Xeta berxwedanê ya rêheval Bêrîtanê şoreşa îdeolojîk, felsefî û ferasetê ya jina Kurd a azad afirand û bûye rizgariya gelên Rojhilata Navîn. Rêheval Bêrîtan li hemberî teslîmiyet û îxanetê bûye sembola berxwedanê û bûye fermandar manîfestoya jiyana azad a jina azad.”
NORMANDÎA
Li herêma Normandiyayê ya Fransayê ji bo şervana YPG’ê Keder Viyan û welatparêzê bi navê Evdilxaliq Demîrcî çalakiya bibîranînê hate lidarxistin.
Bi sedan Kurdistanî beşdarî bibîranînê bûn û xizmên şehîdan diyar kirin ku ew ê têkoşîna şehîdan bilindtir bikin.
Hevserokê Giştî yê Kongra Gel Remzî Kartal bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga çalakiyên ji bo rêzdar Ocalan kir.
SAARBRUCKEN
Li Elmanyayê li bajarê Saarbruckenê di şexsê Bêrîtanê de şehîd hatin bibîranîn.
Di bibîranînê de li ser navê Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk Orûç Dapar axivî û got, “Rêya xwedîderketina li têkoşîna xwedîderketina li Rêbertiyê û felsefeya wî ye.”
HANNOVER
Li Elmanyayê li bajarê Hannoverê jî çalakiya bibîranîna şehîdan hate lidarxistin û nêzî 1200 kes beşdar bûn.
Li ser navê Komawê axaftin hate kirin û hat gotin ku, “Îro jin û mêr ji malê vediqetin û li hemberî dijmin şer dikin û xwîna şehîdan li erdê nahêlin. Vî tiştî karakterekî nû ava kir. Şehîdên me bi qehremaniyên xwe tên naskirin.”