Li Fazil Say 10 meh ceza hat birîn

Li Fazil Say 10 meh ceza hat birîn

Li piyanîstê navber Fazil Say ji ber parvekirinên wî yên li ser Twîtterê 10 meh ceza hat birîn.

Fazil Say li ser hesabê xwe yê Twîtterê rubaiyek aydê Omer Hayama parve kir û bi sûcdariya ku nirxên olî yên beşeke civakê biçûk xistiye, cara duyemîn hat darizandin û vê carê ji ceza rizgar nebû.

Fazil Say ku di dadgeha berê jî 10 meh ceza girtibû,  bi hevkariya parêzerê xwe serî li dozgeriya nobedar da û xwestibû ev biryar bêtalkirin. Piştî dadgehê daxwaz qebûl kir, ji nûve riya darazê li Say vebû û li dadgehê carek din derket pêşberî dadger.

Danişîna Say îro li 19’emîn Dadgeha Ceza Sul hat dîtin û parêzera Say, Meltem Akyol daxwaza berata muvekîlê xwe xwest.

Di danişînê de li Fazil say dîsa 10 meh ceza hat birîn.  Dadgehê ji ber ku Say sabikaya wî nîne, cezayê girtîgehê paşve xist û di du salan biryara kontrolê girt.

NIVÎSKARÊ ERMENÎ 13 MEH CEZA GIRTIBÛ

Sûcdariyeke ku dişibiya vê li nivîskarê ermenî Sevan Nîşanyan hatibû birîn û 13 meh û nîv ceza hat birîng.