Li gorî rapora ji aliyê Komîsyona Yekitiya Ewropayê ve hat amadekirin, li seranserê parzemîna Ewropayê ji her pênc ciwanan yek û 75 milyon mirovên gihiştî ne xwedî astek baş a xwendin-nivîsandinê ne.
Di rapora ji aliyê Komîsyona YE’yê ve hat weşandin de, hat diyarkirin ku ji her pênc ciwanan yek xwendin-nivîsandinê nizane.
Di rapora bi boneya “Roja Xwendin û Nivîsandinê ya Cîhanê” hat weşandin de ji bo zarokan proje hatin diyarkirin.
YE, dixwaze ku rêjeya ciwanên ku 15 salî yên ku xwendin-nivîsandina wan tune ne, heta sala 2020 ji sedî 20 dabixe ji sedî 15’yê. Ev rêje li Almanyayê ji sedî 18,5 e. Li gorî daneyên YE’yê, zarokên kur ji yên keç binketîtir in. Rêjeya xwendin û nivîsandina zarokên keç ji sedî 13 lewaz e, ya kuran ji sedî 27 e.
Li Tirkiyeyê jî rêjeya kesên xwendin-nivîsandinê nizanin 3 milyon e. Kesên xwedin û nivîsandina wan kêm jî 10 milyon e.