Li Erzîromê êşkence li girtiyan hate kirin

Li Girtîgeha Tîpa E ya Erzîromê, hin girtiyan diyar kirin ku piştî zexta di dema hevdîtina li gel hev de, êşkence li wan hatiye kirin.

Di 27'ê Îlonê de di dema hevdîtina vekirî de, gardiyanan li girtiyan dan.

Nazli Oran diyar kir ku dema birayê xwe yê girtî Selçûk Oran ziyaret kir, wê ev tundî bi xwe dît.

Nazli Oran ragihand ku di dema hevdîtinê de gardiyanan malbat tacîz dikirin û girtiyê bi navê Mehmet ê nerazîbûn nîşanî vê yekê da, li gel malbata wî li wî dan.

Oran anî ziman ku gardiyanan piştî lêdanê xwestin bi zorê wî bibin koxûşê û hingî jî lê dan. Oran diyar kir ku malbatên çûbûn hevdîtinê jî li maseyan xistin û êrîş şermezar kirin.

Oran ragihand ku birayê wê jî piştî vê êrîşê li wan geriya ye û jê re gotiye ku êşkence li girtiyan hatiye kirin û got, "Birayê min got 'piştî ku hûn çûn, em perîşan kirin'. Êşkence liw an kirin. Ew xistin koxûşên cuda. Gardiyanan timî gef li wan xwarin ku wan sirgûn bikin."

Oran got, zêdeyî sed gardiyanan avêtin ser koxûşa ku 27 girtî lê ne û êrîşî girtiyan kirin.