Li Erzînganê qeza çêbû, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan 10 kes jî birîndar bûn

Li Erzînganê mînîbusek qelibî. Di qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.

Di kîlometreya 40’emîn a rêya Erzîngan û Sêwasê de mînîbusa bi plakaya 25 ACY 505 a ku Suleyman O. ajovanê wê bû, qelibî. Di qezayê de ajovan, Mûkaddes K., Erkan K. û û Mehmet K. jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mengucek Gazî ya Zanîngeha Bînalî Yildirim a Erzînganê.

Hate diyarkirin kesên di mînîbusê de ji bo dawetê çûbûn Stenbolê û vedigeriyan Erziromê.