Li Erxeniyê 2 polîs, li Geverê cerdevanek hatin kuştin

Li Erxeniyê 2 polîs, li Geverê cerdevanek hatin kuştin

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku di encama çalakiya gerîlayan a di 6’ê îlonê de li navçeya Erxenî ya Amedê li hemberî polîsan pêk anîn de 2 polîs hatin kuştin û li Geverê jî cerdevanek hatiye kuştin.

LI ERXENIYÊ 2 POLÎS HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 6'ê Îlonê de di saet 19.00'an de li navçeya Erxeniya Amedê li dijî Muduriyeta Şûbeya Trafîkê ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û hat gotin; “Di encama vê çalakiyê de kozika nobedariyê hatiye rûxandin, 2 polîsê di kozikê de jî hatiye kuştin.”

CERDEVANEK HAT KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê da zanîn; “Di 6'ê Îlonê de di saet 20.00'an de li navçeya Gevera Colemergê gerîlayên me yê li bajaroka Xirwatayê diçûn wezîfeyekê ji aliyê cerdewanên nobedariya avahiya qereqolekê digirtin, xwestine bixînin kemînê û di encama vê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de cerdewanek hatiye kuştin, cerdewanek jî birîndar bûye.”

KONTROLKIRINA RÊ DIDOME

Her wiha hat diyarkirin ku di di 7'ê Îlonê de di navbera saet 09.00-18.30'an de li navçeya Şemzînana Colemergê û di navbera herêma Gerdiyayê ji aliyê gerîlayan ve rê hatiye kontrolkirin û hat ragihandin; “Di kontrolên rê ya asayî de nasname hatiye kontrolkirin û ji gel re jî di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn.”

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê got; “Di 7'ê Îlonê de di saet 12.00'an de li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê li dijî herêmê Bawanê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin.

Di daxuyaniyê de der barê bombebarana li Dêrsimê de jî ev agahî hatin dayîn; “Di 7'ê îlonê de di saet 17.00'an de li navenda Dersimê li dijî herêmên Rojdere û Mirik de ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombebarankirin. Di encama bombebaranê de şewata daristanan a li herêmê hîn jî berdewam dike.”