Li Ermenîstanê kampanyaya Ji Ocalan re Azadî dest pê kir

Li Ermenîstanê kampanyaya Ji Ocalan re Azadî dest pê kir

Kampanyaya îmzeyan a navneteweyî ku di 6’ê Îlonê de ji li Brukselê hat destpêkirin, piştî welatên Ewropa, belavî welatên Asyayê jî dibe. Kurdan piştî Rûsyayê li Ermenîstanê jî dest bi kampanyaya îmzeyan kir.

Kampayana ji aliyê Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Ji Ocalan re Azadî hate destpêkirin, piştî Ewropayê, belavê welatên din dibe. Piştî Rûsyayê Kurdan li Ermenîstanê dest bi kampanyaya îmzena kirin. Kurdên li Ermenîstanê bi civîna li paytext Êrîvanê li dar xistin, kampanaya îmzena dan destpêkirin.

Di civîna bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir de rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ên weke Emerîkê Serdar, Serokê Şewra Gelê Kurdan a Ermenîstanê Kinyasê Hemîd, Seroka Komîteya Kurdistanê Jenya Qadir, Egîdê Cimo amade bûn.

Axaftina destpêkê ji aliyê Endamê Komîteya Kurdistanê Davut Karasû ve hate kirin. Karasû ku temînata azadiyê Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û axaftina xwe wiha domand; “ “Rojhilata Navîn îro bi şerekî dijwar dişewite. Rojhilata Navîn hem di dîrokê de hem jî di roja me de wekî koka mirovatiyê û wekî dilê cîhanê her kesî eleqeder dike. Di navenda wê de jî Kurdistan heye.Bi taybet li Kurdistanê ev sê mehên dawiya salê bi sedan mirov tên kuştin û her ku diçe li şûna rêya aşitiyê zêdetir rê li pêşiya şerê dijwar vedike. “

Karasû diyar kir ku li Kurdistanê ê ku bikare vî agirê vemirîne, aşitiyê bîne tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got; “Ew jî di girave Îmraliyê de di nav çar diwaran de di hundirê tecrîdek giran de dijî. Rêberê aşitiyê di kelhê de di tecrîdê de be şer ranaweste.”

Karasû banga beşdarbûna kampanyayê li Kurdan kir û wiha domand; “Em wekî Kurdên Ermenistanê dijîn vê kampanyayê pîroz dibînin û bi dilekî germ em tevlî ve kampanyayê dibin. Gelê ermenî jî bi êşa ku kişandiye bi beşdarbûnekî gerim tevlî vê kampanyê dibin.”