Li Erîvanê têkildarî Peymana Lozanê daxuyanî hat dayîn

Saziyên Kurd li Erîvanê ya ku paytexta Ermenistanê ye, bi wesîleya salvegera 100'emîn a Peymana Lozanê daxuyanî dan.

Saziyên Kurd li Erîvanê ya ku paytexta Ermenistanê ye, bi wesîleya salvegera 100'emîn a Peymana Lozanê daxuyanî dan.

Parlementer Kinyas Hesanov û nivîskar Mirazê Cemal axivîn.

Parlementer Kinyas Hesanov got: “Di Peymana Lozanê de Kurdistan kirin çar parçe û li hev par ve kirin. Welatê me dagir kirin. Lê her çiqasî Kurdistan parçe kirin jî gelê Kurd ti carî li hemberî vê neheqiyê bêdeng nema. Ji Qazî Mihemed bigire heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berxwedan û serhildanên gelê Kurd her tim domiyaye.”

Hesanov bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî kir û wiha got: “Em dizanin ku destkeftiyên li Başûr ne serbixwe ne. Lewma divê rêveberiya Başûr ji bo serxwebûna gelê Kurd têbikoşe ku em Lozaneke duyemîn nejîn. Em bang li hêzên navneteweyî jî dikin ku careke din li hemberî gelê Kurd neheqiyê nekin.”

Nivîskar Mirazê Cemal jî ev tişt anî ziman: “Peymana Lozanê ji bo gelê Kurd rojeke reş e. Bi peymana Lozanê re bi hezaran komkujî bi serê gelê Kurd anîn. Ji Dêrsim, Geliyê Zîlan heta Şengalê gelê Kurd di komkujiyan re derbas kirin. Em bang li raya giştî dikin ku careke din komkujiyan bi me nedin jiyîn. Ji ber ev peyman fermana komkujiya gelê Kurd e û gelê Kurd ti carî wê neheqiyê qebûl neke.”