Li Enqere 18 rêvebirên polîsan jikar hatin girtin

Li Enqere 18 rêvebirên polîsan jikar hatin girtin

Piştî ku operasyona dibin navê ne lirêtî û ruşwetê li hîkûmeta AKP’ê û derûdora wê da, li Enqere 18 rêvebirên polîsan ji kar hatin girtin.  

Piştî ku îro li Stenbolê 11 rêvebirên polîsan ji kar hatin girtin, di saetên êvarî de li Enqere jî 18 rêvebirên şaxên polîsan jikarê wan hatin girtin.

Hate zanîn ku kesên jikar hatine girtin yên di şaxên Narkotîk, sîber û rêxistinê de bi giştî rêvebirên 9 şaxên polîsan û alîkarên wan ji kar hatin girtin. Kesên ku ji kar hatin girtin liser karên pasîv hatin bicîh kirin.