Li Elmanyayê 62 hilbijêr diçin ser sindoqan
Li Elmanyayê 62 hilbijêr diçin ser sindoqan
Li Elmanyayê 62 hilbijêr diçin ser sindoqan
Elmanya, ji bo endamên nû yên Meclîsa Federal (Bûndestag) diyar bike, diçe ser sindoqan. Serokwezîra rastgir Angela Merkel ku weke favorî tev li hilbijartinan dibe dixwaze ji nû vê bê hilbijartin û demokratên sosyal jî hewl didin têkçûneke giran a mîna sala 2009'an nejî. Di hilbijartinan de gelek namzetên Kurd bi taybetî di lîsteiya Partiya Çep de têdikoşin.
Nêzî 62 milyon hilbijêrên qeyidkirî, ji bo hikûmeta nû ya 4 salên pêş hilbijêrê, îro diçin ser sindoqan. Dengdana ku li gorî dema herêmê saet di 08'an de destpê dike, dê saet di 18'an de bi dawî bibe û hingî ve encamên destpêkê were dayîn.
Di hilbijartinê de ji bo Bûndestag a ji 598 kursiyan 38 partiyên siyasî li ber xwe didin. Ji partiyên beşdarî hilbijartinan dibin bi tenê 6 jê li Bûdestagê tên temsîlkirin, 3 ji van partyan jî ji partiyên ku li parlamentên eyaletan temsîlkarî wergirtine, pêk tê.
Nîvê kursiyan dê ji namzetên ku li 299 herêmên hilbijartinê dengên herî zêde wergirtine bê hibijartin, nîvê wan jî wê li gorî rêjeya dengan ên li 16 eyaletan, ji lîsteyên partiyan diyar bibe.
MERKEL FAVORÎ YE, LÊ JÊ RE HEVALBEND DIVÊ
Ji bo favoriyê hilbijartinan Partiya Serokwezîr Angela Merkel CDU û partiya bira ya li Bavyera CSU tê nîşandan. Li gorî lêpirsînên nava gel, CDU-CSU dê li dora ji sedî 40'ê dengan bi dest bixe û li dû wan jî Partiya Demokratên Sosyal (SPD) tê. Lê belê rîsk heye ku hevkarê hevalbendiya heyî ya CDU Partiya Demokratên Azad (FDP) di binê benda ji sedî 5'an de bimîne. Di rewşeke bi vî rengî de wê gengaziya hevkariya bi SPD'ê re ji bo CDU derkeve holê. Her weha ji bo SPD û Partiya Keskan jî gelekî zehmete ku piraniya dengan bistîne.
Ya herî zêde di hilbijartinan de tê meraqkirin rêjeya dengên Partiya Çep (Dîe Lînke) werbigire ye. Dîe Lînke ku di hilbijartinên 2009'an de bi bidestxistina rêjeya dengan a ji sedî 11,9'an bû partiya çaremîn, di mijara qezençkirina hilbijêrên çep de li hemberî SPD'ê têdikoşe. Partiya Çep Lînke ku di nava alternatîfên koalîsyonê yên partiyên li parlamentê cih nagire, dixwaze bi wergirtina dengekî bilind li parlamentê bibe dengê li mûxalefetê yê komên civakî yên xwedî hatineyên kêm.
RÊJEYA BEŞDARIYA LI HILBIJARTINÊ DÊ BANDORÊ LI ENDAMAN BIKE
Li gorî lêpirsînên dawî yên di nava hefteyê de, rêjeya dengên eniya çep û rast weke hev xuya dike. Tê gotin ku rêjeya beşdariya li hilbijartinan wê encaman diyar bike. Di hilbijartinên sala 2009'an de ji ber nerazîbûna ji partiya SPD'ê hilbijêrên çep neçûbûn ser sindoqan û ji sala 1949'an û vir ve yekemcar rêjeya beşdariyê daketibû ji sedî 70,9.
Ji aliyê din ve partiya dijberê Euro ya bi navê Ji bo Elmanya Alternatîf (AfD) di hefteyên dawî de xwe livand û tê payîn ku zorê bide benda ji sedî 5'an. AfD yekemcar di lepirsîna ÎNSA de xuya dikir ku benda ji sedî 5'an derbas kiriye.
NAMZETÊN KURD Û TIRKIYEYÎ LI BER XWE DIDIN
Di hilbijartinên îsal de siyasetmedarên Kurd û Tirkiyeyî jî têdikoşin.
Di lîsteya Dîe Lînke ya eyaleta Nordhrein Westfalen (NRW) de di rêya 5. de Sevîn Dagdelen, di rêza 11. de rêvebera berê ya YEK-KOM'ê Ayten Kaplan cih digire. Hamîde Akbayir ya Hevserokatiya YEK-KOM'ê kir û di navbera salên 2010-2012'an de li Parlamenta Eyaletê ya NRW parlamenter bû, di hilbijartinên îsal de ji herêma 4. a Leverkusen-Koln yekser namzet e.
Namzeta Kurd a Êzidî ya Dîe Lînke Behiye Ûca jî di lîsteya Nîedersachenê de di rêza 7. de li ber xwe dide. Ûca her wiha di heman demê de li herêma hilbijartinê ya Celle-Uelzen weke namzeta yekser a partiya xwe beşdarî hilbijartinan dibe. Namzeteke din a Kurd a Dîe Lînk Ayşe Fehîmlî ye ku di lîsteya eyaleta Schleswîg-Holsteîn'ê di rêza sêyemîn de cih digire. Di rêza 7. a heman lîsteyê de jî namzeta Tirkiyeyî Meryem Tîras-Denîz cih digire.
Ji Partiya Keskan namzeta Kurd Bêrîvan Aymaz ji Kolnê, ji siyasetmedarên Tirkiyeyî Ozcan Mûtlû ji Berlînê û Cem Ozdemîr jî ji Stûttgartê yekser namzet in.