Li Efxanîstanê biroketan êrîşî baregeha hewayî ya NATO kirin

Li Efxanîstanê biroketan êrîşî baregeha hewayî ya NATO kirin

Li dijî baregeha hewayê ya NATO ya nêzî paytextê Efxanîstan Qabîlê êrîşa biroket pêkhat. Di êrîşê de 3 Efxan û elemanên îstîxbaratên biyanî mirin, helîkopterek jî hate îmha kirin.

Êrîş li Baregeha Hewayî ya Bagram ku ji aliyê DYA’yê ve tê bikaranîn rû da. Di êrîşa biroket de herî kêm 4 roket li baregeha hewayî ket.

Berdevkê leşkerên NATO aşkera kir ku, di bûyerê de 3 Efxan kirim û hinek personelên Efxan û biyanî jî birîndarbûn. Berdev destnîşan kir ku, di dema êrîşê de helîkopterek ya şer Chinook xwe amade dikir bifire hatiye gulebaran kirin û agir pêketiye.

Berdevkê Eyaleta Parwan Roshane Xalid bûyer piştrast kir û got, mirin di helîkoptera rastî êrîşê pêkhatin. Xalid diyarkir ku, 3 Efxanên hatin kuştin, endamên îstîxbaratê bûn.

Di meha borî de li dijî heman baregeha hewayî êrîş pêkhatibû. Di êrîşê de balefira Hevserokê Serfermandarê Giştî yê DYA’yê General Martîn Dempsey ku serdana baregeha hewayî kiribû zirar dîtibû. Di êrîşa ku 2 leşker birîndar bûyîn de General Dempsey li wir nebû.