Li Edeneyê operasyona qirkirina siyasî
Li Edeneyê di operasyona qirkirina siyasî de gelek kes hatin destgîrkirin.
Li Edeneyê di operasyona qirkirina siyasî de gelek kes hatin destgîrkirin.
Li Edeneyê polîsan serê sibehê avêtin ser gelek malan. Di lêgerîna li malan de gelek kes hatin destgîrkirin.
Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Edeneyê.
Ji 10 kesên ku doh hatibûn destgîrkirin 4 jê zarok bûn û piştî îfadeya li dozgeriyê hatibûn berdan. Lê belê 6 kes hîn jî li emniyetê têne ragirtin.