Li Edeneyê minibusa karkerên çandiniyê wergeriya: 24 birîndar
Li Edeneyê minibusa karkerên çandiniyê wergeriya: 24 birîndar
Li Edeneyê minibusa karkerên çandiniyê wergeriya: 24 birîndar
Li navçeya Edeneyê Yugegirê di encama wergera minibusa karkerên çandiniyê de 24 karker birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku hatin girtin qeza îro saet 16.00’an li gundê Hereklî yê girêdayî navçeya Edeneyê Yuregirê pêk hat.
Minibusa bi plaqeya 01 V 0823 a ku ajokerê wê Erhan K. bû, dema karkerên çandiniyê yên di baxçeyê Narenciyê de dixebitîn dihilgirt de ji kontrolê derket û qûlibî. Di wesayita wergeray de 24 karkerên ku hebûn, hemû birîndar bûn.
Ambulansên ku hatin cihê boyerê birîndar rakirine nexweşxaneya Edeneyê. Ti xeteriya jiyana birîndaran tineye.