Bi hezaran kesên li hev kom bûn bi meşekê heta konê şînê yê ji bo gerîlayê HPG’ê Turhabî Gurbuz (Erdal Amed) ê hate vekirin bûn û dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "HPG tolhildan", "Ey şehît riya te riya me ye" qêriyan.
Gerîlayê HPG'ê Erdal Amed ku di 10'ê Îlonê de li navçeya Hênê ya Amedê di şer de jiyana xwe ji dest da li Edeneyê spartibûn axê. Konê şînê yê ji bo gerîla Turhabî Gurbuz li Semta Gulbahçesi ya Seyhanê hate vedan bi girseyî hate ziyaretkirin.
Bi hezaran kesên, dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "HPG tolhildan" "Ey şehit riya te riya me ye" qêriyan heta konê şîne meşiyan. Girseyê konê şînê yê li pêş malbata gerîla Gurbuz hatiye vedan ziyaret kir û wêneyên gerîla Turhabî Gurbuz (Erdal Amed), Yusuf Sezer (Ferman Amed) û Saît Eroglu ( Xebatkar Reber) vekirin.
Girseyê li vir sidûra "Çerxa Şoreşê" xwend û rêz girtin. Malbata Gurbuz, ji bo serdana gireseyê malavahiya wan kir.