Li Edeneyê di erdhejê de 8 kes birîndar bûn

Li navçeya Kozan a Edeneyê ji ber erdheja bi 5.6 pileyî 8 kes birîndar bûn.

Li gorî Rasatxaneya Kandîllî li navçeya Kozanê ya Edeneyê saet di 08:44'an de bi mezinahiya 5.6 pileyî bi 3.7 kîlometreyî li binê erdê erdhejek pêk hat.

Piştre jî li pey hev bi mezinahiya 4.6 pileyî zêdeyî 20 erdhej pêk hatin.

Li gorî rayedaran, li Edeneyê 2 kes ji ber ku xwe ji cihekî bilind avêtin û alav bi ser wan ve hatin, li Osmaniyeyê jî 6 kes ji ber ku xwe ji cihê bilind avêtin birîndar bûn.