Li Dîlokê bekçiyan kesek kuşt
Li Dîlokê, kesê ku bi êrîşa çekdarî ya bekçiyan birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Li Dîlokê, kesê ku bi êrîşa çekdarî ya bekçiyan birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Li Parka 100. Yilê ya li taxa Încîrlîpinar a li navçeya Şehîtkamîla Dîlokê nasnameyên welatiyan kontrol kirin. Di kêliya kontrolkirina nasnameyan de bekçiyan bi sîlehê êrişî welatiyekî bi navê A.S. kirin. Di bûyerê de A.S. û du bekçî birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û A.S. û bekçiyan rakirin nexweşxaneyan. A.S. ku rakirin nexweşxaneiyek taybet tevî mudaxileya bijîşkan jî jiyana xwe ji dest da.
Piştî bûyerê Midûriyeta Polîsan a Dîlokê daxuyaniyek nivîskî belav kir û hat îdiakirin ku A.S. berê 9 caran bi awayek guman karûbar derbarê wî de hatine kirin.