Li dijî veşartina cenazeyan a li Kîlyosê serî li AYM’ê hate dayîn
OHD’ê di derbarê veşartina cenazeyan a li bin peyarêya Goristana Kîlyosê, serî li AYM’ê da.
OHD’ê di derbarê veşartina cenazeyan a li bin peyarêya Goristana Kîlyosê, serî li AYM’ê da.
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê, têkildarî cenazeyên ji Goristana Xerzanê ya li Gundê Oleka Jor a Bedlîsê hatibûn derxistin û piştre li Goristana Kîlyosê di bin peyarêyekê de hatibûn veşartin serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, destûr neda serlêdana sûc a ji ber sûcên “Heqareta li bîranîna kesan” û “îşkence û eziyetê” yên hatin kirin.
Daxwaza vekirina dozê ya parêzeran a ji bo “Destûr nedayîna lêpirsîna derbarê karmendan de” û “Betalkirina kiryarê” jî hat redkirin. Li ser vê yekê parêzerên OHD’î, serî li AYM’ê dan.