Di beşê duduyan ê nûçeya xwe de ku me bi Dev Yapi Îş û Sendîkaya Kar a Lêkirina Avahiyan re çêkir, ji sendîkayê em bi Denîz Gîder re axivîn. Denîz Gîder, behsa têkoşîna xwe ya hevpar a di vî warî de û awayên xwe yên çalakiyê kir.
Ji Dev Yapi Îş’ê Nîhat Demîr jî mînakên şertên xebatê yên karê lêkirina avahiyan kir. Gîder, îşaret bi têkoşîna sendîkal ku li gor şertan bi teşe dibe, kir û diyar kir ku cudahiya wan û ya sendîkayên din ji hev gelek e.
Em ji Dev Yapi Îş’ê bi Nîhat Demîr re li ser xespkirina mafên karkeran û şertên xebatê axivîn.
Hûn her du sendîka, bi hevparî têdikoşin. Di vî warî de hûn çarçoveyeke çawa datînin û feraseta we ya sendîkayî, feraseteke çawa ye?
Feraseta me ya sendîkayî ji ya kargeha metal, kargeheke tekstîlê, tersxaneyê, kaneke madenan cuda ye. Em bi feraseta têkoşîna rewa ya fiîlî bi pêş ve diçin. Jixwe di makezagonê de, di warê mafê karkeran de hema bibêje tu tişt nîn e. Lê di karê me de tiştê ku heye jî nayê pêkanîn. Bo mînak; li van şantiyeyan heqdestê herî hindik tê razandin û yê mayî bi dest tê dayîn. Xespkirina maf gelek e. Hem ji jiyana karkeran hem jî ji pereyê karkeran tê dizîn. Di vir de tiştê dikeve ser milên me, li dijî qanûnên wan, ew e ku em dibêjin qanûnên ku me danîne û têkoşîna me hene. Em bi tenê li ber şantiyeyê dirûşmeyan berz nakin, heger bivê em wî deriyî radidin, xwe pê ve girê didin, wan aciz dikin. Kevneşopiyeke me ya têkoşîne heye ku me Pira Tengavê ji çûnehatê re girtiye.
Em bên ser çarçoveya feraseta sendîkayî; em bi tenê karkeran nakin endam û nabêjin bes e. Hişmendiyeke te ya çînî hebe û tu ji dil bî, divê tu pê re têkiliyeke mirovî deynî. Di sektora me de wiha ye. Jixwe em bibêjin ev her du sendîka endamtiyê çêbikin û 10 hezar endamên me çêbibin, wê sibehê roj ev hejmar kêm bibe. Lewre ne karekê daîmî ye. Ez ku bibêjim ez ê ji bo endamtiyê ji karkeran aîdat bistînim û sendîkavaniyê bi stendina aîdatan ve girê bidim, ez ê bi vê ferasetê bibim ‘sendîkaya zer’. Lê tiştekê ji pere giringtir heye, ew jî ew e ku karker bibin xwedanê feraseta têkoşîna mîlîtanî ya rêxistinkirî.
Nexwe, sendîkayên faşîst û zer ên mîna Hak-Îş û Turk-Îş’ê hene û di diyarkirina mehaneya herî kêm de xwe rayedar dibînin û karkeran mehkûmê sefaletê dikin. Serokekê sendîkayekê, serokekê giştî yê sendîkayekê ku bi qasê karkerekî heqdest bistîne, maqûl e. Lê ku 70, 80, 90, 100 hezar pere bistîne, jixwe bûye ji karkeran re bûye biyan. Em vê ferasetê red dikin. Ji ber ku bi pereyê ku distîne tu têkiliya wî û ya karkeran bi hev û din re namîne.
Hûn her du sendîka, ji aliyê karkeran ve çawa tên dîtin?
Gava em û Dev Yapi Îş’ê bi hev re biçin şantiyeyekê, dibên qey em bi qatek cil herin. Lê pantorê kot li me ye, pêlava me qetiyayî ye, gîzmeyên zer ku ketine nava heriyê di pêyên me de ne. Em di serdema ragihandinê de ne, karker şiroveyên wiha ji bo parvekirinên me yên li ser medyaya dîjîtal dinivîsin: “Ev kek hebin, tu pirsgirêk nîn e. Çavgirtî dewam bikin.” Bi ya min, tişta herî jidil ev e.
Baweriya wan bi heye, ne wisa?
Helbet mesele ne bi tenê qatek cil e. Ez dixwazim behsa vê ferasetê bikim. Mehaneya herî kêm bûye 11 hezar û 402 lîre. Li bajarên mezin kirê bûne 15-16 hezar lîre. Anku kesek bi mehaneya herî kêm nikare li van deran bijî. Ev rewş li şantiyeyan jî wisa ye. Ev camêr ji xurbetê hatiye, sê quruş pere distîne, divê hem li vir debara xwe bike hem jî pere ji malbata xwe re bişîne. Ji wê boneyê ye ku feraseta me ya sendîkayî divê ji perspektîfeke çînî ya têkoşer be.
Ev nayê wê wateyê ku em sendîkavaniyeke pir baş dikin, em şûjinê di xwe re jî dikin. Li şantiyeyan pir kes jiyana xwe ji dest didin û em pê re nagihîjin. Ji ber ku hêza me nîn e. Lewre înşeat ne qadek e ku pere jê were. Eger pere ji van sendîkayan bihata me hemaltiya vê nedikir. Wê sendîkayên zer beriya her kesî bihatana vir.
Ku hûn çalakiyan li dar dixin, tên destgîrkirin ya jî polîs li ber şantiyeyan dicivin. Hûn çavtirsandî nabin?
Têkoşîn zor e, em bi laşxwar û xwînxwaran re mijûl dibin. Ev patron ne ew camêr in ku li çayxaneyan bi okeyê dilîzin. Mafya ne, dibêjin; ‘ez dixwazim li vir avahiyan lê bikim’, destûra xwe distînin û talan dikin. Ev patron, xweza, heywan, cihên me yên jiyanê tune dikin! Gava karker ji bo mafê xwe tê ber derî, artêşa polîsan dicivînin li ser serî. Carinan du-sê karker ya jî du nûnerên sendîkayê ne lê li hember wan 80 polîs hene!
Karker ne bi tenê ji ber ku pereyê xwe nastînin, tên çalakiyê. Ev kes di nava bezmikan de radizin, xwarina baş naxwin. Li ber çavên hevalên xwe jiyana xwe ji dest didin, pêçiyên wan jê dibin. Beriya malbat, hezkirî û zarokên xwe dike, lê ji xebatê nabîne. Mijar ne bi tenê mijara maf e, her kes û dinyayeke xwe heye. Fikarên me hemûyan ên ji bo pêşerojê hene. Ji xeynê lîstika fûtbolê li qada ji xaliyan, Twîtter û TîkTokê, tu jiyaneke karkeran nîn e.
Heta niha em gelek caran hatine destgîrkirin, me li ber xwe daye. Bo mînak; berxwedana li balafirgehê. Me li wir ev tişt dît, karker dibêjin em serê xwe xwar nakin, li ber xwe didin. Helbet em pêşiyê dixwazin ku karker mafê xwe bistînin. Çalakî helbet giring in, mirov xwe pê perwerde dike, hîn dibe. Ew wiha nafikirin; jixwe sê quruş mehaneya karkeran heye, em wê jî nexin rîskê. Em pêşiyê rêyên çareseriyê dixin dewreyê. Em di gelek çalakiyan de bi ser dikevin.