Li dijî Lozanê Kurd xwe ji bo sedsala nû amade dikin: Yekitiya neteweyî şert e!

Beşdarên konferansa ku li dijî Peymana Lozanê hate lidarxistin, bi gotina "Bi yekitiya neteweyî re rûxandina Lozanê dikare bê derbaskirin" bang li civaka navneteweyî jî kirin ku di sedsala nû de vê neheqiyê ji holê rakin.

Peymana Lozanê ku Kurdistan kir çar parçe û komkujî û qirkirin li ser Kurdan û gelên herêmê ferz kir, di sala sedemîn de li bajarê Lozanê yê Swîsreyê tê protestokirin. Di vê çarçoveyê de li Salona Kongreyê ya Lozanê (Salle de Congrès de Beaulieu) bi beşdariya zêdeyî 600 delegeyên ji çar parçeyên Kurdistanê, konferansek du rojan hate lidarxistin.

Danezana dawî ya konferansê ku piştî nîqaşên du rojan eşkere bibe, wê îro saet di 11:00 de li Place de la Navîgasyon a li ber avahiya ku muzakereyên Peymana Lozanê lê hatin lidarxistin, ji raya giştî re bê parvekirin.

Hevserokê TEV-DEM'ê Garîp Hiso, Serokê Giştî ya Komela Îslamî ya Kurdistanê Hikmet Serbilind û Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr ku beşdarî konferansê bûbûn, têkildarî wate û girîngiya konferansê ji ajansa me re nirxandin kirin.

HISO: EM PEYMANEKE NÛ YA KU VÎNA GELÊ KURD NAS BIKE DIXWAZIN

Hevserokê TEV-DEM'ê Garîp Hiso ku yek ji beşdarên konferansê ye, diyar kir ku peymana Lozanê bûye sedem ku Kurd di nava vê sedsalê de berdêlên giran bide û destnîşan kir ku êdî Kurd peymana Lozanê qebûl nakin. Hiso diyar kir ku bi vê armancê di 100’emîn saliya Peymana Lozanê de nûnerên sazî, rêxistin û partiyên siyasî yên Kurdistanê li Lozanê hatin cem hev. Hiso got, “Di Peymana Lozanê de mafên gelê Kurd hatin înkarkirin. Îradeya gelê Kurd paşguh kirin. Piştî vê peymanê dewleta Tirk bi taybetî polîtîkayên xwe yên komkujî û qirkirinê yên li ser gelê Kurd xist meriyetê. Bi kombûna îro ya li vir re em nîşan didin ku em Lozanê qebûl nakin, lê belê li şûna vê yekê divê peymaneke nû ya komunal, aştiyane û demokratîk û li ser bingeha vîna gelan bê çêkirin."

Hiso destnîşan kir ku, gelê Kurd di sedsala derbasbûyî de li hemberî her cure polîtîka û pêkanînên qirkirinê têkoşîn, berxwedan û berdelên mezin dane û diyar kir ku Kurd êdî peymaneke nû ya ku tê de cih digirin û maf û îradeya wan bê qebûlkirin dixwazin.

SERBILIND: LOZAN ÇARENÛSA KURDAN XESP KIR

Serokê Giştî ya Komela Îslamî ya Kurdistanê Hikmet Serbilind ku beşdarê din ê konferansê bû jî diyar kir ku, konferans xizmeta yekitiya netewî ya gelê Kurd kir û destnîşan kir ku divê di sedsala nû de şert û mercên jiyana azad a gelê Kurd li xaka xwe bê avakirin. Serbilind anî ziman ku, bi Peymana Lozanê qedera gelê Kurd hatiye desteserkirin û ji destê wan hatiye girtin û got, “Bi Peymana Lozanê re qedera gelê Kurd xistin destê dagirkeran. Belkî di dîrokê de wê rojê nûnerên kurdan tunebûn, lê îro bi sedhezaran û bi milyonan Kurd li ber xwe didin û Kurd li gelek cihan di wê pozîsyonê de ne ku bibin aktor.

100 sal berê misilmanan bi taybetî jî Tirkan bi navê îslamê em xapandin. Gotin ‘Em birayên îslamî ne!’ li ser navê umetê em xapandin. Û ev yek îro jî berdewam dike. Dema ketin tengasiyê, di bin navê biratiyê de em xapandin, piştre jî komkujî kirin. Weke misilmanekî ez vê dibêjim: Eger Xweda mafê hemû miletan daye ku li ser axa xwe bi azadî bijîn, mafê me jî heye ku em bijîn.”

'JI BO KU ŞAŞITIYÊN BERÊ NEYÊN DUBAREKIRIN YEKÎTIYA NETEWEYÎ PÊWÎST E'

Serbilind amaje bi wê yekê kir ku, divê xeletiyên berê ti carî neyên dubarekirin û got, “Ji bo xeletiyên me yên berê dubare nebin, pêwîstiya me bi yekîtiya neteweyî heye. Divê yekîtiya netewî û stratejiya me ya siyasî hebin; ji ber ku dijminên me dixwazin stratejiyeke îmha, înkar û asîmîlasyonê li ser me bidin meşandin. Naxwazin gelê Kurd bibe xwedî statu. Li hemberî van jî divê Kurd di xwerêveberiyê de israr bikin.

Ez wek Misilmanekî dibêjim parastina mafên ku Xweda daye min şert e. Divê Kurd di paşerojê de jî bi ruhê yekitiya netewî li Lozanê rêya netewebûnê bidomînin. Divê bi yekitiya xwe ya netewî em ji cîhanê re bibêjin em miletek in û em dixwazin wek her miletî li ser axa xwe azad bijîn. Xwedê; hman mafên ku daye Ereb, Faris û Tirkan, daye me jî. Ez wek Serokê Komela Îslamî ya Kurdistanê vê dibêjim; Ger em vî mafî neparêzin, Xweda wê hesabê vê yekê ji me bixwaze. Di daxuyaniya encamnameya konferansê de divê em diyar bikin ku mijara me mijara netewebûnê ye. Divê em wek yek deng û dil ji hemû cîhanê re biqîrin ku em miletek in. Em wek milet dixwazin di nav malbata dinyayê de cihê xwe bigirin. Û ez di wê baweriyê de me ku ev hemû wê di daxuyaniya dawî ya vê konferansê de derkeve holê. Kurdan di sedsala derbasbûyî de li ber xwe da û destkeftî bi dest xist, ya girîng ji niha û pê de ev parçebûn li hev bînin û yekîtiya neteweyî pêk bînin.”

BAYDEMÎR: KURD LOZANÊ JI BO XWE MÎNA KEFENÊ DIBÎNIN

Navê din ê di nav beşdarên konferansê de siyasetmedarê kurd Osman Baydemîr bû. Baydemîr diyar kir ku, gelê Kurd Peymana Lozanê ji bo xwe mîna kefenê dibîne û destnîşan kir ku, ev kefen bi têkoşîna li çar parçeyên Kurdistanê ti carî nehat qebûlkirin. Baydemîr da zanîn ku, ew beşdarî sê konferansên cuda yên li ser Peymana Lozanê bûye û wiha got: “Ez bi kêfxweşiyeke mezin radigihînim ku hemû beşdarên her sê konferansan; siyasetmedar, akademîsyen û partiyên siyasî nepejirandina Lozanê ji bo Kurdan weke xaleke hevpar tînin ziman. Ev pir girîng e. Ya duyemîn jî, Kurd û hemû pêkhate di her sê konferansên cuda de zivirîna Lozanê ya li dijî Kurdan weke nebûna tifaqê, nerêxistinkirina serdemê û nebûna hişmendiya netewî ya wê rojê didin nasîn.

Di 100’emîn Salvegera Lozanê de ti pirsgirêk di hişmendiya netewî ya gelê Kurd a çar parçeyên Kurdistanê de nîne, di teşhîskirin û diyarkirina pirsgirêkê de pirsgirêk nîne. Li ser nepejirandina Peymana Lozanê di navbera hemû derdorên Kurdistanî de lihevkirinek heye."

'PÊWÎSTÎ BI BELGEYEKE HEVPAR A STRATEJIYÊ HEYE'

Baydemîr anî ziman ku, ji bo hilweşandina Lozanê ji holê rabe û çareseriyeke adil a Rojhilata Navîn pêk were, pêwîstiya partiyên siyasî yên Kurdistanî bi belgeyeke stratejiyeke hevpar û stratejiyeke têkoşîna hevpar heye. Baydemîr got, “Divê ev konferans bibe gava yekem û hewldana ji bo eşkerekirina belgeyeke bi vî rengî ya stratejîk. Pêvajoya pêş de divê li ser vê bê avakirin. Di nava biryarên ku ji konferansê derketin de, pêwîst e bang li civaka navneteweyî were kirin ku neheqiya li Kurdan tê kirin ji holê bê rakirine.”

'HILWEŞANDINA LOZANÊ WÊ BI YEKÎTIYA NETEWEYÎ JI HOLÊ BÊ RAKIRIN'

Baydemîr bal kişand ser girîngiya avakirina tifaqa neteweyî û got, di vê xalê de bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê jî kirin girînge. Baydemîr got, “Mafê ti partiyeke siyasî ya Kurdistanî nîne ku dijminatiya partiyeke din bike; ji ber ku ji dijmintiya du partiyên Kurdistanî, Enqere û Tehran sûdê digire. Armanca hevpar a Enqere û Tehranê ji holê rakirina hemû destkeftiyên Kurdan ên heyî ye. Ji bo Lozanê heta bi heta bimîne çi ji destê wan tê dikin. Divê erka me ya sereke ji holê rakirina hilweşandina Lozanê be. Û ev jî tenê bi tifaqa netewî û bi rûniştandina stratejiya netewî pêkan e. Partiyên kurdan ne dijminên hev in, nikarin bibin dijminê hev jî. Partiyên Kurd divê bibin hevalbendên stratejîk ên hev. Tenê bi vî awayî Kurd dikarin sedsala pêş pêşwazî bikin.”