Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê û saziyên Elewiyan, ji bo bibîranîna qetilkiriyên Qetlîama Madimakê, li ber Navenda Turkan Saylan a Alsancake daxuyanî da. Gava daxuyaniyê, pankartê li ser “Her der Madimak e, her der dişewite. Me ji bîr nekiriye û ji bîr nakin” nivîsandî, hat vekirin û dowîzên li ser “Roniya yên di agir de semah kir, qendîla têkoşîna me ya hevwelatîbûnê ye” û “Ne Sêwazê ne jî yên li Sêwazê şewitandin em ji bîr nakin” nivîsandî, hatin hildan. Dirûşmeyên “Em nabin Elewiyên dewletê” û “Sêwazê ji bîr neke, nehêle ji bîr bibe” hatin berzkirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan a Îzmîrê Bûrcû Gul Çûbûk, nûnerên gelek partiyên siyasî û saziyan û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
‘MADIMAK 30 SAL IN DIŞEWITE’
Berpirsa Herêma Egeyê ya Elewiyên Bektaşî Gulbahar Kaplan ku daxuyanî da, got ku Madimak 30 sal in dişewite û bi bîr xist ku ew qas dem di ser qetlîamê re derbas bûye lê dewlet bi qetlîamê re rû bi rû nebûye.
‘2’YÊ TÎRMEHÊ EM BIÇIN SÊWAZÊ’
Kaplanê anî ziman ku qetlîam bi plan hatiye kirin û xwest ku hêzên qetlîam dane kirin û şefên îstixbaratê û ewlehiyê ku dengê xwe ji qetlîamê re nekirine, eşkere bibin.
Kaplan da xuyakirin doza Madimakê ku dixwazin qewil bi ser bixin, sûcek e li dijî mirovahiyê û ev bang kir: “Nabe ku qewil bi ser sûcên li dijî mirovahiyê bikeve. Li dijî ketina qewil bi ser dozê re, 2’yê Tîrmehê em li Sêwazê bin.”