Li dijî avahiya HDP’ê êrîşa çekdarî hate kirin
Li dijî avahiya HDP’ê ya Altindaga Enqereyê êrîşeke çekdarî hate kirin.
Li dijî avahiya HDP’ê ya Altindaga Enqereyê êrîşeke çekdarî hate kirin.
Li dijî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Altindaga Enqereyê di saetên şeve de ji aliyê kes ango kesên nasnameya wan nediyar ve êrişa çekdarî pêk hat. Guleyek li cama avahiya HDP’ê ketiye. Di wê saetê de kes li avahiyê nebûye û ziyan gihîştiye avahiyê.
Polîs hatin cihê bûyerê û nehiştin kes nêzî avahiyê bibe û rojnamevan jî asteng kirin.