Li Derya Reş lehî rabû: Jineke ciwan jiyana xwe ji dest da
Li herêma Derya Reş barana ku li gelek bajaran bariya gelek mal û kargeh di binê avê de hişt. Jineke ciwan a ku li ber lehiyê ket, jiyana xwe ji dest da.
Li herêma Derya Reş barana ku li gelek bajaran bariya gelek mal û kargeh di binê avê de hişt. Jineke ciwan a ku li ber lehiyê ket, jiyana xwe ji dest da.
Li Ordû, Samsûn, Gîresûn û Tokatê, barana zêde bandoreke giran li herêmê kir.
Li navçeya Çarşamba ya Samsûnê, jineke ciwan a ku li ber ava lehiyê ketibû, jiyana xwe ji dest da.
Li Ordûyê ji ber baranê hezazê rû da, makîneyeke kar û wesayit di bin axê de man.
Li bajêr av li gelek mal û kargehan qewimî û rê li çûn û hatinê hate girtin.
Li Duzceyê jî ji ber barana kuk êvara Şemiyê gelekî bariya, li navçeyên Yigilca, Golyaka, Cûmayerî û Akçakocayê çem fûriyan.
Li ser rêya Yigilca-Yedîgollerê ji ber lehiyê çûn û hatina li 17 gundan hate girtin.