'Li Derya Reş HDP bi hêvî ye'

'Li Derya Reş HDP bi hêvî ye'

Heyetek ji Desteya Rêveber a Navendî û Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Sarûhan Olûç, Şeyma Kantarci, Kadîr Akin, Garo Paylan û Seyît Aslan çû Derya Reş û bi gel û nûnerên saziyan re civîn lidar xist.

Heyeta HDP, ji navçeya Artvîn Hopayê dest bi gera xwe ya li Derya Reş kir. Heyeta HDP'ê li bajarên Trabzon, Rîze, Gîresûn, Ordû û Samsûnê civîn lidar xist.

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Şeyma Kantarci çavdêrî û xebatên xwe ji ANF'ê re vegot û bibîr xist ku HDP wê li her devera Derya Reş namzetan nîşan bide. Kantarci anî ziman ji bo Rîzeyê jî ewê jinê namzet nîşan bidin.

Kantarci ragihand ku beşdariya li civînên wan xurt bû û got, "Moralê rêveberên me yên herêmî û aktîvîstên me di cih de ye û ji bo xebatên hilbijartinê gelekî bi heyecan in."

NAMZETÊ HOPA YILMAZ TOPALOGLÛ

Kantarci da zanîn ku ew dikarin Şaredariya navçeya Artvîn Hopayê qezenç bikin û anî ziman ku namzetê HDP'ê yê Hopayê Yilmaz Topaloglû ye. Topaloglû beriya niha jî li Hopayê Serokê Şaredariyê kiribû.

Kantarci da xuyakirin ku gera wan a li Derya Reş erênî derbas bûye û diyar kir ku tevî di plana wan de nebû jî ew çûne navçeya Gîresûn Gorele û li wir bi eleqeyeke mezin hatine pêşwazîkirin.

Kantarci ragihand ku li ser daxwaza endamên Meclîsa HDK'ê ya Navçeya Gorelî wan civînek lidar xistine û civîna li vir rastî pêwendiyeke cidî hatiye.

Kantarci da xuyakirin ku di civîna wan a li Samsûnê de hewldanên lînçê yên beriya niha hatiye nîqaşkirin û destnîşan kir ku li dijî hewldanên sorkirina çanda lînç û nîjadperestiyê divê HDP li gorî bajarên din hîn bêtir xwe li Derya Reş birêxistin bike.

Kantarci diyar kir ku bi çanda HDP'ê re ewê li Derya Reş li dijî nîjadperestî û faşîzmê têbikoşin û da zanîn ku ev yek nêrîna hevpar a beşdarên civînên wan bû.

LI RÎZEYÊ BERNAMZET JIN E

Kantarci da zanîn ku li Derya Reş pêwendiyek baş ji bo HDP'ê heye û got, "Tevî ku gelek cih di nava plansaziya me de nebû jî, bi xwe civînan rêxistin dikin û bang li me dikin."

Kantarci Rîze mînak nîşan da û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li Rîzeyê rêxistina me nîne, HDP nîne, pêkhateyên HDK'ê hema hema nîne yan jî gelekî kêm in. Lê belê hevaleke me ya jin, nûnera ÎHD'ê xwest bi me re hevdîtinê bike û serlêdana bernamzetiyê kir. Em dikarin bêjin ku eleqeyeke cidî heye. Li her bajarên em çûnê ev mînak hat dayîn. 'Di sala 1994'an de di dema hilbijartinan de gelek deng ji bo HADEP'ê derket holê. Mînak li Samsûnê 6 hezar û 500 deng derket. Li Trabzonê 5 hezar - 6 hezar deng derket."

'HDP RÊYA SÊYEMÎN E'

Kantarci da xuyakirin ku HDK/HDP rêyeke sêyemîn e û got, "Min dît ku dengê bi tenê yê mûxalîf ê hemû bindest karibin di bin sîwana wê de bicivin, HDP ye."