Li derdora Halebê neçîra kurdan!
Li derdora Halebê neçîra kurdan!
Li derdora Halebê neçîra kurdan!
Komên çeteyan li Heleb û derdora wan êrîşên li hemberî gundên kurdan dane destpêkirin, veguhertine, neçîra kurdan. Li Sêgoşeya Heleb-Bab-Azaz nêzî 1500 malbatî malên xwe cide hiştine û 500 jî ji aliyê koman ve dîl hatine girtin.
Komên çeteyan êrîşên xwe yên li dijî gundên kurdên Halebê didomîne. Piştî komkujiyên li Tel Aran 3u Tel Hasil pêk hatin şûnde niha çete kurdên kurdan dagir dikin û gundiyan dîl digirin.
Li Serêkani, Tel Temir, Hasekê, Tirbesipiyê, Çil axa û Tel Koçer , Tel Abyad û Kobanê komên çeteyan darbeyên giran girtin û ji bo tolê bigirin du hefte berê li herêma Helebê êrîşên gundên kurdan kiribûn.
Komên çeteyan ji duh êvarê û şûnde gundên mitikaya Sed Şehab a ji gundên Kefer Zigir, Nêrebiyê, Kubbesini, Kul Suruç, Cebel Asi û Tel Madek pêk dihat dorpêç kirin û di saetên zû yên sibê de li Tel Madîk Sed Şehab veguherî pevçûnan. Pevçûnan nava rojê de bê navber berdewam kir.
RÊ JI GUNDAN RE GIRTÎNE
Komên çeteyan li aliyekê gundan dagir dikin û li aliyê din li riyên gundan nokteyên kontrolê du qat zêde kirine. Gundiyekî Kefer Zigirlî da zanîn ku şevê saet di 2’an şûnde dora gund hatiye dorpêçkirin û hemû rê hatine girtin û ji bo vê çeteyan ji Mumbîç, Azaz û Marat takviye aniye. Hinek kesên ji gund reviyane jî hinek ji wan ji aliyê çeteyan ve dîl hatine girtin û got welatî ji neçarî her tiştê xwe dihêlin û diçin.
Gundên kurd yên hatine dorpêçkirin nêzî Helebê û taybet jî hêzî herêma sanayiyê ne.
Piştî pêkanîna girtina riyan a li kurdan û destpêkirina neçîra kurdan şûnde, di saetên sibê û şunde de cihê wek Hebe Rojava tê zanîn ku kontorla taxên Şear, Haydariyê, Şex Nacar, Mederest El Muşar de ye nokteyên kontrolê hatin zêde kirin. Wesayîtên sivîl yên li taxan derbas dibin tê rawestandin û hat gotin ku çete li gorî lîsteyên navê kesên bi wan re hene digirin.
500 DÎL HATIN GIRTIN 1500 MALBATÎ KOÇ KIR
Ji ber dagirkirin û pevçûnan ji gundên Kefer Zigir û Nêrebiyê nêzî 1500 malbatî koç kir. Her wiha hat diyar kirin ku nêzî 500 kesî jî dîl hatiye girtin. Hate diayr kirin ku piraniya malbatên ku ji vir koç kirine, berê ji komkujiyên Tel Aran û Tel Hasil reviyane.
SERKÊŞIYA ÊRÎŞAN HEVKAR DIKIŞÎNIN
Her çiqas di komkujiyên Tel Aran û Tel Hasil de Eniya El Nusra û Dewletî Îslamî ya Iraq-Şamê derbas bibin jî diyar kiribû ku koma Abdulcebbar El Egîdî Azadî bi wan re li Tel Aran û Tel Hasil şer kiriye û nasnameya kurdên hevkar aşkera dikir. Her wiha hat piştrastkirin ku di êrîşên du êvarê destpêkiriye de koma Îslamî El Kurdî, Tabura Selahaddîn û Azadî serkêşiya êrîşan kiriye.
Her wiha hate hate hînbûn ku kesên dîl hatine girtin, ger kalaşnîkofek bo wan bê teslîmkirin wan berdidin.