Li Danîmarkayê roja sêşemê bi ser mal û kargeriyên kurdan de hate girtin û 8 kes hatin binaçvkirin û ji van yek hate berdan. Di nava de H.G yê 71 salî jî heye û biryar dan ku dê ev 7 kes 26 rojên din jî di bin çavan de bimînin. Hate hînbûn ku H.G yê ku di greva birçîbûnê de bû piştî biryarê ketiye rojiya mirinê. Bi sedan kesên li ber dadgehê biryar protesto kirin.
Di heman demê de di 29’ê cotmehê de doza ROJ TV jî dest pê dike û dozgerê ku li dozê dinêre Jakob Bush-Jepsen ji kanala televîzyonê TV2News re daxuyanî da û got: “Girtina 7 kesan dê bidome. Di pêvajoya ku lêpirsîn bidom de bi fikaraara ku dê delîl bên reşkirin biyar hatiye dayîn. Bush-Jepsen diyar kir ku 7 keên ku 26 rojan girtî bimînin dê 12 rojên wê di bin îzolasyonê de derbas bibe.
DOZ DOZEKE SIYASÎ YE
Piştî biryarê parêzerê kurdan Bjorn Elmqîst ji bo bi sedan kesên ku ev du rojin li ber dadgehê piştgiriyê didin kesên di bin çavan de ye daxuyanî da.
Elmqîst wihagot: “Derbarê îdiayên dozger de delîlên şênber tune. Doz dozeke siyasî ye. Biryara dadgehê daye. Em dê ji bo ev biryara dirêjkirina binçavkirinê serî li dadgeha Landsretten bidin. Her wiha dadgehê aşkerakirin navê kesên hatine binçavkirin jî qedexe kiriye.
LI ÎZMÎRÊ ÎHALEYA MEZIN
Elmquîst diyar kir ku ev binçavkirin balkêşe ku beriya doza Roj Tv û serdana serokwezîrê Danîmarkayê ya Tikriyeyê pêk hatiye. Elmqîst da zanîn li Îzmîrê îhaleyeke mezin dane karsazên Danîmarkayê û got ev jî bal kêşe.
H.G. YÊ 71 SALÎ DI ROJIYA MIRINÊ DE YE
Piştre, parêzer Linguist û Îbîş Taş ê ku serbest hate berdan, li ber deriyê dadgehê daxuyanî dan û Taş diyar kir ku tu ferqa hewldanên dadgeha Denmarkî ji ya DGM’yê Tirk tune ye. Taş da zanîn ku tenê ji ber ku ew û 7 hevalên xwe endam û rêveberên sazî û rêxistinên Kurd ên li Denmarkê ne, li rastî van zextan tên. Taş da zanîn ku ji vana H.G. yê ku 71 salî ye, piştî greva birçîbûnê ya du rojan, dest bi rojiya mirinê kiriye.
Piştî van daxuyaniyên Taş, girseyê helwesta dadgeha Denmarkî bi dirûşiman protesto kir. Girseyê piştî bihîst ku dema binçavkirina H.G. yê 71 salî hatiye dirêjkirin, gotin “Daraza Tirk a faşîst hatiye Denmarkê jî.”
GIRSEYÊ XWEST WESAYÎTA GIRTÎGEHÊ RAWESTÎNE
Protestoyê berdewam kir. Girseyê xwest wesayîta ku 7 Kurdên ku dema binçavkirina wan hate dirêjkirin, dibir girtîgehê rawestînin. Li vê derê di navbera girse û polîsan de alozî çêbû. Piştre bi hevkariya polîsan wesayît derbas bû. Girseyê bi dirûşim û çepikan piştgirî da. Kesên di binavçan de jî de jî tiliyên xwe yên serkeftinê di pencereyên wesayîtê re nîşan dan.
Rayedarên Kurdan jî dan zanîn ku polîsan dest danîne ser lîsteya hemû endamên navendê û gelek tişt şkandine. Rayedaran ragihand ku ev navend tenê cihê xebatên çandî, hunerî û civakî bûn û ji aliyê Şaredariya Kopenhagê bi xwe ve hatiye erêkirin.
Di 18’ê îlonê saet di 10.00 di encama serdegirtinên malên Kurdan û Komeleya Çandê ya Kurdan a Denmarkê de 8 Kurdên temenê wan di navbera 27 û 71 de hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku bi hinceta “mal ji bo PKK’ê kom kirine” hatine binçavkirin.
Balkêş bû ku ev serdegirtin û binçavkirina Kurdan beriya doza Roj Tv ya ku dê di 29’ê Cotmehê de dest pê bike, pêk hat. Doz Roj TV ya ku di îlona 2010 de dest pê kiribû, di 14’ê berfanbara 2011 de bi dawî bû û 5 milyon û 200 hezar Kron li Roj Tv hatibû birîn. Parêzerên Roj TV îtîraz kiribûn û dê ev îtîraz ji aliyê Dadgeha Bilind ve di 29’ê Cotmehê de bê nirxandin.