Li Danîmarkayê 8 kurd li pêşberê dadger in

Li Danîmarkayê 8 kurd li pêşberê dadger in

Polîsên Danîmarkayê 8 kurdên ku bi hinceta ji bo Roj TV bexşandine binçav kirin û derxistin pêşberî dadger. Kurd li ber dadgehê hatin cem hev û bi mîtîngekê polîtîkayên krîmînalîzekirina kurdan protesto kirin.

Li Danîmarkayê duh serê sibê polîsan bi ser malan de girt û di encamê de 8 kurdên ku temenê wan di navbera 21-71’ê de derbas dibû binçav kir. 8 kurd derxistin peşberî dadger. Danişîna ku saet di 09.30’an de li Dadgeha Bajar pêk hat, kurd bi sûcdariya ku ji bo PKK’ê pere berhev kirine hatin sûcdarkirin. Di dema danîşînê de rojnamegerekî rojnameya Mîlliyetê di salonê de bû û kurdên di salonê de nîşan da û got ‘Ev PKK’yî ne’ û piştî rastî bertekan hat.

Heyeta dadgehê biryar ku danişînê girtî pêk bê û navber da runiştinê. Di saetên ku danişînê pêk dihate de kurdên li Danîrmarkayê dijîn li ber dadgehê hatin cem hev û çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de bertek nîşanê polîtîkayên krîmînalîzekirina kurdan dan.

Piştî binçavkirinan polîsan bier Navenda Çanda Kurd a Danîmarkayê ya navenda Kopenhagê de girt û ligel ku rayedarên komeleyê di hundir de bûn jî derî şkestin û ketin hudnir. Lêgerîn heta saet 17.00’ berdewam kir û gelek amûr hatin texrîbkirin.

Ev binçavkirin beriya doza Roj Tv a 29’ê cotmehê pêk hatina wan balê dikişîne. Doza Roj Tv di Îlona 2010’an de vebibû û di 14’ê kanûna 2011’an de bi encam bibû û 5 mîlyon û 200 hezar kron ceza dabûnê.rayderên televîzyonê îtîraz kiribû û îtîraz dê di cotmehê de dadgeha bilind de bê nirxandn.