Li Colemêrgê gelek kes hatin binçavkirin
Li Colemêrgê bi hinceta tevlîbûna li pîrozbahiyên Newrozê gelek ciwan hatin binçavkirin.
Li Colemêrgê bi hinceta tevlîbûna li pîrozbahiyên Newrozê gelek ciwan hatin binçavkirin.
Li navenda Colemêrgê doh bi şev serdegirtin li hin malan hate kirin. Bi hinceta tevlîbûna li pîrozbahiyên Newrozê 6 ciwan bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" hatin binçavkirin. Ciwan birin Midûriyeta Emniyetê ya li Bajêr.
Li navçeyên Çelê û Geverê jî 5 ciwanên hatin binçavkirin piştî wergirtina îfadeyê hatin berdan.