Li çiravên Mezopotamyayê pêla herî giran a germê ya 40 salên dawî

Rêxistina Çandinî û Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) ragihand ku germa herî dijwar a 40 salên dawî bandor li çiravên Iraqê kiriye û diyar kir ku asta rêjeya avê gelekî kêm bûye.

Rêxistina Cîhanî ya Xurek û Çandiniyê (FAO) bi daxuyaniyekê ragihand ku li ser asta cîhanê Iraq welatê pêncemîne ku bandora av hewayê liser çêbûye û sedema vê jî kêmbarîn û bilindbûna pileyên germahiyê ve girêda.

Rêxistina FAO sedemek din jî bi dewleta Tirk a dagirker ve girêda û wiha hate gotin; “Sedemek din jî çêkirina bendavên dewleta Tirk yên li ser robarê Dîcleyê ne. Ev yek bûye sedema hîn zêdetir ziwabûna Iraq û çolbûnê. Li Iraqê golên mîrateyên cîhanî yên ku di lîsteya UNESCO yê de cih digrin, ber bi ziwabûnê diçin û niha tenê sedî 30 av di wan golan de mane.”