Li Çînê erdhej: 43 mirî, 150 birîndar

Li Çînê erdhej: 43 mirî, 150 birîndar

Di encama erdhejên li ser hev li Çînê rû dan de 43 kes mirin, 150 kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku di encama erdhejê de zêdetirê 20 hezar malan ziyan dît.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Xinhuayê, di encama erdhejên bi pêla 5,6 saet di 03.19 de li bajarên Yunnan û Goizhou xist de 43 kes birîndar bûn û 150 kes birîndar bûn.

Ji Buroya Sîsmolojî ya Yunnanê Zhang Junwei ragihand ku windahiyên canî piranî li herêma Yiliang ên eyaleta Yunnanê pêk hatine. Junwei diyar kir ku bi hezaran kes ji herêmê hatine veguhestin.

Ajansa Xinhuayê da zanîn ku ji ber erdhejê 20 hezar mal zirar dîtine.