Li Bûrsayê îfadedayîna 12 kesan didome

Li Bûrsayê îfadedayîna 12 kesan didome

Li Bûrsayê îfadedayîna 12 kesên ku di nav de Endama MP'a BDP'ê Ayla Yildirim jî hebû û hatibûn binçavkirin li Miduriyeta Polîsan ya Bûrsayê didome.

Li Bûrsayê duh polîsan di ser gelek malan de girtibû û Endama MP'a BDP'ê Ayla Yildirim, endamê BDP'ê û Rêvebirê HDK'a Bûrsayê Selîm Kaya, Zînet Kanat, Dîlşah Kanat, Ahmet Getîren Nûrettîn Tomrîs Mehmet Cûra û Ercan Erdogmûş jî hebû bi tevahî 12 kes hatibûn binçavkirin. Ji bilî wê polîsan bi ser Navenda Çanda Sarya jî girtibû û rêveber û xebatkarên wê girtibû binçavan.

Hate zanîn ku îfadedayîna kesên di bin çavan destpê kiriye. Hate hînbûn ku kesên hatine binçavkirin bi îdîaya "Di malpêrên civakî de derbarî rêxistina KCK'ê sûc kirine' hatine binçavkirin.