Li dijî Nûnertiya BDP’ê ya li navçeya Osmangazî ya Bûrsayê êrîşa çekarî pêkhat. Di êrîşê de tu kesê zirar nedîtin, hate hînbûn ku di êrîşê de zirara aborî rû da.
Li dijî Nûnertiya BDP’ê ya li Taxa Emek ya navçeya Osmangazî ya Bûrsayê êrîşa çekdarî pêkhat. Piştî ku Serokê BDP’a Bûrsayê û rêvebera êrîş bihîstin çûn nûnertiya taxê. Dîlek ragihand ku, êrîş li derdora demjimêrên 20.00’an de rû da, li deriyê ji derve şopên guleyan hatin dîtin, heta ew gule deriyê derve derbazkirine û şopên wan deriyê hundir de jî hene. Polîsan derdora nûnertiyê girtin, BDP’iyan jî ji bo êrîşkaran bigirin giliyê sûc kirin.
Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpê kirin.