Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk-PYD ya Ewropayê sibe dê li dijî hewildana destêwerdana bajarê Serêkaniyê xwepêşandanekê bi rê ve bibe. Çalakî dê li paytexta Belcîkayê Brukselê li ber Parlamentoya Ewrûpayê were lidarxistin.
Rêxistina PYD ya Ewropayê bi armanca balê bikşîne ser encamên xerab ên plana dagirkirina bajarê Serêkaniyê wê sibe xwepêşandanekê li dar bixe.
Xwepêşandana bi slogana " Li Rojavayê Kurdistanê na ji komên biyanî re" dê li ber parlamentoya Ewrûpayê saet 12'ê nîvro were lidarxistin.
Xwepêşandana ku ji aliyê PYD ve tê organîzekirin dê li ser navê Desteya Bilind a Kurd pêk were.
Komîteya amadekar, bang li hemû Kurdên Belçîkayê kir da ku beşdarî xwepêşandanê bibin û piştgirtiyê bidin bajarê Serêkaniyê.