Li bîllboardên li Solothûrnê daxwazên ‘Ji Ocalan re azadî’ dizivirin
Li bîllborardên li stasyona trenê ya li navenda Solothûrn a Swîsreyê, posterên ji Ocalan re azadî tên nîşandan.
Li bîllborardên li stasyona trenê ya li navenda Solothûrn a Swîsreyê, posterên ji Ocalan re azadî tên nîşandan.
Çalakiyên li Swîsreyê bi daxwaza ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî bi rêbaz û çalakiyên cuda dewam dikin. Li bîllboardên l istasyona trenê ya li navenda Solothûrnê posterên ‘Ji Ocalan Re Azadî’ dizivirin.
Posterên Ocalan ên li ser bi nivîsa ‘Ji Ocalan Re Azadî- Freiheit für Öcalan’ heyî, wê bi qasî hefteyekê li stasyona trenê ya ku cihê herî qelebalixe bizivire.
Ev şêwazê çalakiyê ya ku beriya niha jî li çend navendên cuda yên Swîsreyê hate kirin, dewleta Tirk xistibû nava tevgerê. Sefîrê Tirk yê Bernê, têkildarî mijarê bi rêveberê Wezareta Karê Derve yê Swîsreyê re hevdîtin kiribû, daxwaza rakirina posterên Ocalan kiribû, lê rêveberê Wezîrê Karê Derve diyar kiribû li gorî destûra bingehî a Swîsreyê wê nekarin qedexeyek wiha derbixin.
Li aliyê din Kargeha Rêya Hesin a Swîsreyê (SBB) bi daxuyaniya dayî destnîşankiribû ku wê posterên Ocalan ji bîllboardlaran neyê rakirin, hate diyarkirin ku mijar bi temamî dikeve çarçoveya îfadeya ramanê de, di vê wateyê de ders da îfadeya raman azad da dewleta Tirk.