Li Berlîn û Marsîlyayê 19’ê Tîrmehê hate pîrozkirin
Salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava li Berlîn û Marsîlyayê bi çalakiyan hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de hat destnîşankirin ku şoreşa bi felsefeya "Jin jiyan azadî" ji bo hemû mirovahiyê dibe hêvî.
Salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava li Berlîn û Marsîlyayê bi çalakiyan hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de hat destnîşankirin ku şoreşa bi felsefeya "Jin jiyan azadî" ji bo hemû mirovahiyê dibe hêvî.
Salvegera Şoreşa Rojava li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye bi meşekê û li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî bi stand û pêşangeha wêneyan hate pîrozkirin.
BERLÎN
Ciwanên enternasyonalîst ên li qada Oranienplatz a Berlînê kom bûn, salvegera 11’emîn Şoreşa Rojava pîroz kirin û ji ber ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng in, bertek nîşanî raya giştî ya navneteweyî dan.
Di meşê de enternasyonalîst bi şîara ‘Rojava hêvî ye’ meşiyan û gelek Kurdan jî piştgirî dan wan.
Di axaftinên meşê de hat gotin, “Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinan bandoreke ronesansê li Rojhilata Navîn afirand. Jinên Rojava li ser esasê felsefeya jina azad, civaka azad bi gihandina hişmendiya şoreşê bi biryardariyeke mezin pêşengtiya şoreşê kirin. Şoreşa Rojava ya ku felsefeya Rêber Apo ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tê de kete pratîkê, di sala xwe ya 11’emîn de ji bo tevahiya mirovahiyê bû çavkaniya hêviyê.”
Meşa ku bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” domiya, piştî govendê li kolana Warschauer bi dawî bû.
MARSÎLYA
Salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan û TCŞ’ê li Qada La Plaine bi vekirina pêşangeha wêneyan hate pîrozkirin. Li standê pankartên YPG/YPJ'ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta "Divê asîmanê Rojava ji firîna balefiran re were girtin" hatin daliqandin.
Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir. Di çalakiyê de hunermendên TEV-ÇAND'ê derketin ser dikê û li ser navê TCŞ'ê û Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan axaftin hatin kirin.
Di pîrozbahiyê de banga hate kirin ku, bila her kes tevlî meş û mîtînga girseyî ya 22’ê Tîrmehê ya bi boneya 100’emîn salvegera Peymana Lozanê tê lidarxistin, bibin. Her wiha hat diyarkirin ku otobusên ji bo meşê wê di 21’ê Tîrmehê saet 23:00’an de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê ji Marsîlyayê bi rê bikevin.