Li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Moskowayê çalakî hat lidarxistin

Komek ji Kurd û dostên Rûs li ber avahiya Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Moskowayê li hev civiya û girtina parlamenterên HDP'ê şermezar kir.

Kurdistanî û dostên wan ê Rûs li ber avahiya Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Moskowayê li hev civiyan, pankartên bi Rûsî, Tirkî û Kurdî yên bi nivîsa "Bese ji terorê û binçavkirinê re", "Azadî ji parlamenter û hevşaredaran re" bilindkirin û operasyonên qirkirina siyasî şermezar kirin.

Ji amadekarên çalakiyê parlamenterê Moskowayê Dmîtriy Zaharov got, "Bi rengekî, hevdîtina parlamenter bi welatiyan re pêk tê. Lewma pêwîstî bi destûrê nîne."

Piştî mîtîngê, wê çalakger li ber sefaretxaneya bilind nobedê bigirin."

...