Li Bedlîsê ji ber girtina riyan jinekê zaroka xwe wenda kir

Li Bedlîsê ji ber girtina riyan jinekê zaroka xwe wenda kir

Li navçeya Xizan a Bedlîsê ji ber barîna berfê û nevekirina riya jineke ciwan a ducanî zaroka xwe wenda kir.

Li navçeya Xizan a Bedlîsê  jina ciwan KamÎle Yaral ya dayika 5 zarokane  û li gundê Korsunç dijî ji ber mudaxaleya dereng zaroka xwe wenda kir. Hefteya borî ji ber berfê rê hatibûn girtin.

Kamîle Yaral ku li nexweşxaneya dewletê ya Bedlîsê xistin bin tedawiyê hevserê wê Îzzet Yaral der barê mijarê de axivî û got divê hevsera wî di bin çavdêriya doktor de be. Yaral got ji ber girtina riyan hevsera wê zaroka xwe wenda kiriye û ji ber xetereya jiyana wê heye di bin tedawiyê de ye.

Yaral got ligel ku ew, keyayê gund û endamên meclisê ketine dewrê jî riya gund nehatiye vekirin û negihiştine nexweşxaneyê û bang kir ku bila rayedar bi hestiyar tevbigerin.

Yaral got: “Hevsera min 5 rojan berxwe da. Lê ji ber ku dereng hat sewqkirin me zaroka xwe wenda kir. Rewşa Kamîleyê hêj girane. Ji demên destpêkê ya ducaniyê heta niha hevsera min ji aliyê kontoran ve dihat kontrolkirin. Ligel ku me muayeneyên wê bi rêk û pêk pêk anîn jî, ji ber girtina riyan me muayeneya wî ya dawî nekir. Em 5 rojan li bende vekirina rê man. Piştî rê venebûn ekîbên 112’an bi helîkopterê hevsera min rakirin nexweşxaneyê. Rewşa wê niha krîtîke. Divê berpirs bi hestiyar tevbigerin.”